Gurbet Ceylan a ku înfaza wê hat betalkirn tahliye kirin

  • 10:52 15 Çile 2024
  • Rojane
MÊRDÎN – Gurbet Ceylan a li Girtîgeha Girtî ya Tîpa M a Bayburtê hat înfazkirin, piştî 7 sal û 6 mehan hat berdan û li Nisêbînê bi girseyî hat pêşwazîkirin.
 
Gurbet Ceylan a li Girtîgeha Girtî ya Tîpa M a Bayburtê dihat girtin û ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve înfaza wê hatibû şewitandin piştî 7 sal û 6 mehan hat berdan. Gurbet ku duh ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa M a Bayburtê derket, danê sibehê li navçeya Nisêbînê ya bajarê xwe Mêrdînê bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin.
 
Der barê Gurbet Ceylan de
 
Gurbet piştî ku di 19'ê Tîrmeha 2016'an de li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê hat binçavkirin, bi îdiaya "endamtiya rêxistiê" hat girtin û şandin Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Mêrdînê.  Gurbet a ku 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a ku ji ber îdiaya "endamtiya rêxistinê" 7 sal û 6 meh cezayê gîrtîgehê lê bîrî,  di Çileya 2017’an de sirgûnî Girtîgeha Tîpa M a Bayburtê hat kirin. Înfaza Gurbetê di Gulana 2022’an de tevî gelek girtiyên jin ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve hate şewitandin.
 
Gurbet piştî ku înfaza xwe qedand duh ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa M a Bayburtê hat berdan.