Li Agiriyê zarokekê bi gûman jiyana xwe ji dest da

  • 10:42 15 Çile 2024
  • Rojane
WAN – Li navçeya Avkevirê zarokek bi çekê bi guman jiyana xwe ji dest da.
 
Berfîn Kurkçu ya 14 salî ku xwendekara lîseyê bû  li gundê Samanyolu yê navçeya Avkevirê  ya Agiriyê bi awayekî bi gûman bi çekê jiyana xwe ji dest da. Hate diyarkirin ku  ku Berfîn a duh danê sibê dema malbatê taştê dixwar, di odeya xwe de, di bin şert û mercên gumanbar de jiyana xwe ji dest daye.
 
Ekîbên tenduristiyê û cendirmeyên ku sewkî cihê bûyerê kirin, diyar kirin ku Berfînê jiyana xwe ji dest daye.
 
Hat ragihandin ku Serdozgeriya Komarê ya Agiriyê jî derbarê bûyerê de lêpirsîn daye destpêkirin.