Jinên Wanê şaredariyeke demokratîk xwestin

  • 09:22 15 Çile 2024
  • Ramyarî
Rojda Aydin 
 
WAN – Jinên ku tevlî pêşhilbijartina Rêya Armûşê bûn, anîn ziman ku ew dixwazin bajarê xwe û bi xwe rêve bibin û gotin ew şaredariyeke demokratîk dixwazin.
 
Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM Partî), di bin navê “Şahiya demokrasiyê” de pêşhilbijartinê li dar bixin. Bi vê yekê di 13’ê û 14’ê çileyê pêşhilbijartin li gelek bajarên Kurdistanê pêk hatin. Li bajarên Serhedê jî pêşhilbijartin hatin lidarxistin û gelek bajar di tûra duyem de man û bi vê yekê re bernamzetên herî zêde deng girtine hatin diyarkirin. Li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê jî pêşhilbijartin hat lidarxistin.
 
Jinên delege yên ku ji gund û taxan tevlî hilbijartinê bûn, bi dengên xwe vîna xwe dan nîşandan. Jinên ku li eywanê civiyan ligel hevdû nêrînên xwe anîn ziman û gotin ew şaredareke “demokratîk” dixwazin.
 
‘Em ê bajarê xwe bi xwe rêve bibin’
 
Mecbûre Gezîcî, anî ziman ku ew serkeftina gel dixwazin û wiha got: “Em dixwazin bajar û welatê xwe bi xwe re rêvebibin. Em dixwazin hevşaredarên ku bên hilbijartin bila her gav licem gelê xwe be û bi gelê xwe re bajarê xwe bi rêve bibin. Me bi bikaranîna dengê xwe rêvebiriyek demokratîk daxwaz kir. Em şaredariyek demokratîk û azad dixwazin. Serkeftin ya gelê me ye. Em ê bi hev re bixebitin û bajarê xwe rast bikin. Em ê bi rêvebiriya xwe dawî vê zilma li ser gel bînin. Dawiya dawî em ê bi ser kevin.”
 
‘Em ê bi ser kevin’
 
Nalîn Gezîcî jî destnîşan kir ku ew tişta ku ji namzetan dixwazin ew e ku bila xwedî gelê xwe derbikevin û wiha pê de çû: “Her namzeteke ku bê rêvebiriyê divê her gav gelê xwe bifikire. Em jî dixwazin bila fikra me gelan jî bê guhdar kirin. Ji ber vê yekê em hatin vê derê û dengê xwe di DEM Partî de bikar anî. Ji bo me kî/kê bibe namzet ferq nake. Bila bi tenê li cem gelên xwe bin. Bila gotinên gel her gav pêş bin. Em ê di hilbijartinê de bi ser kevin û bajarê xwe rêve bibin. Partiya ku xwedî me derbikeve ev partî ye. Lewma em dixwazin di hilbijartinê de jî partiya me bi ser keve. Em şaredariyek azad û demokratîk dixwazin. Em azadiya gelan û xwedî derketinê dixwazin. Ji bo rêvebiriya bajarê xwe divê em gel xwedî hevdû derbikevin û di sindoqan de bersiva qeyûman bidin. Em şaredariya xwe bi tenê nahêlin. Em ê bi ser kevin.”   
 
‘Em demokrasiyê dixwazin’
 
Zelîha Aydin jî bi lêv kir ku ew bi vê pêşhilbijartinê namzetên xwe diyar dikin û di hilbijartinên herêmî de serkeftinê bi dest bixin û wiha pê de çû: “Em jiyanek azad û wekhev dixwazin. Em yek jî bi xwe rêvebiriyê pêwîste. Divê hemû kes ji nêz ve partiya xwe nas bike. Em ê şaredariya xwe bi dest bixin, xwe rêve bibin û em ê azad bibin. Em demokrasî û azadiyê dixwazin. Em ji namzetên ku hatine hilbijartin re serkeftinê dixwazin. Em bawerin wê bajarê me bi tevî gelê xwe rêve bibin. Bila roja hilbijartinê jî hemû gelê me biçin ser sindoqan û vîna xwe hilbijêrin. Em ê bi vê hilbijartinê bi ser kevin.”
 
‘Em dev ji vîna xwe û bajarê xwe bernedin’
 
Şadiye Demîr jî da xuyakirin ku pêşhilbijartina ku pêk hat bi taybetî ji bo gelan gelek watedar e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em bawerin ku bi vê hilbijartinê wê edalet cihê xwe jî bimîne. Ji ber ev biryara ku hat dayîn ji bo me gelek watedar e. Ji ber ku gel xwe bi xwe namzetên xwe diyar kir. Beriya her tiştî em edalet, hiqûq, wîcdan, wekhevî û demokrasiyê dixwazin. Mixabin welatê ku em dijîn ji bo demokrasî, wekhevî û azadiyê tu tiştek nehatiye kirin. Her tim binpêkirinên mafan û zext heye li ser gelan. Gelên me di bin zexta desthilatdaran de ye. Ji ber vê yekê têkoşîna me wê her tim berdewam bike. Em tu carî ji vê têkoşînê gavek paşve navêjin. Em ê heta hilbijartinê û piştî hilbijartinê jî xwedî vîn û şaredariya xwe derbikevin. Ev hilbijartin ji bo me hemûyan ser xêrê be. Daxwaza me ew e ku şaredariyek demokratîk û wekhev be. Her çixwasî em şaredariyê paşve bigirin ew qeyûman davêjin. Lê belê em ê jî tu carî dev ji vîna xwe û bajarê xwe bernedin.”
 
‘Em qeyûman naxwazin’
 
Şerzan Gezîcî jî diyar kir ku ev çend sal in ew dengê xwe didin û şaredariyê bi dest dixin, lê şûna wê qeyûm tê tayînkirin û wiha dom kir: “Em tu carî dev ji şaredariya xwe bernadin. Ji dil didin partiya xwe. Êdî bes e. Her carê qeyûm davêjin ser şaredariyê. Lê em ê dîsa şaredariya xwe bi dest bixin. Em şaredariyek wekhev û demokratîk dixwazin. Em êdî qeyûman naxwazin. Bila gelê me bi xwe rêvebiriya xwe rê ve bibe. Em şaredariyeke ku xizmeta gel dike dixwazin. Ger ku carekedin qeyûm bavêjin dê vegûhere bernahiyê. Lê em ê destûrê nedin vê yekê. Hemû kes bila bi awayek demokratîk biçe hilbijartinê û dengê xwe bikar bîne. Ev pêşhilbijartin jî gelek baş bû.”