‘Çareserî rêveberiya xweser e’

  • 09:06 15 Çile 2024
  • Ramyarî
MUGLA - Hevseroka HDP’a Bodrumê Zuhal Macît diyar kir ku rêveberiyên navendî bi ser rêveberiyên herêmî de diçin û got li dijî van mekanîzma û kontrola ku zêde dibe çareserî rêveberiyên xweser in û got: “Ji bo demokrasiyê jî nûneriya wekhev ferz e.”
 
Ji bo hilbijartinên herêmî yên meha Adarê amadekariyên partiyan didomin. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo namzedên xwe diyar bike tiştek yekem pêk anî û bi perspektîfa nûneriya wekhev, rêveberiya xwser-rêveberiya herêmî  dike jiyanê. Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Bodrumê Zuhal Mucît der barê rêveberiyên xweser, hevserokatî û nûneriya wekhev de axivî.
 
Zuhalê diyar kir ku rêveberiyên herêmî yên demokratîk, bi mekanîzmayên ku gel dikarin der barê xwe de biryaran bidin dikarin pêk bên û got: “Rêveberiyên herêmî der barê ku gelê herêmê bi reng, fikr, û nêrînên xwe çaresaeriyan hilberînin e. Bi kanal meclîsan, bi meclîsên taxan an jî meclîsên di qadên din de rêxistinbûna xwe kirine, di van mekanîzmayan de cih girtine. Biryarên ji navendê tê girtin, divê bi biryarên gelê herêmê re hevpar bin. Tişta em dibêjin ne tenê demokratîkbûna  mekanîzmayên dewletê ye, demokratîkbûna rêveberiyên herêmî ye. Destpêka demokratîkbûnê ev e.”
 
‘Rêveberiya xweser ji bo bajarên Tirkiyeyê jî derbasdare’
 
Zuhalê bi lêv kir ku têgeha rêveberiya xweser ku li Kurdistanê ketibe jiyanê jî têgehek gerdunî ye û got: “Ev têgeh li Tirkiyeyê wek nêrîneke ku parçebûnê,zextê tê afirandin. Lê berovajî vê tê wteya ku welat bi demokrasiyê bê birêvebirinê. Rêveberiya xweser ji bo bajarên Tirkiyeyê jî derbasdar e.”
 
‘Navê çareseriyê rêveberiyên xweser e’
 
Zuhalê balkişand ser talana xwezayê û got her kesên xwedî hişmendî ji Akbelenê heta Cudiyê têdikoşin û wiha vegot: “Li her cihê ku rant kirine dewrê jiyana karkeran dikeve zorê. Mînak li Bodrumê kirê zêde dibin, xizanan davêjin derve. Mirov nikarin kirê bidin. Li her derê cîhanê mijara jinê û ekolojiyê heye. Ji ber vê divê em tiştek din bikin şûna pegala rêveberiya heyî. Divê em bi rêveberiya xweser, bi îradeya xweser, bi hişmendiya xwe der barên bajarê xwe de biryaran bigirin. Ev rêveberiyek xwesere, xweseriya herêmiye.”
 
‘Nûneriya wekhev diguhere’
 
Zuhalê wiha domand: “Jin di rêveberiyên herêmî de nayên temsîl kirin. Namzetên jin tenê çend hebin. Pergala hevserokatiyê tune. Li bajarên Tirkiyeyê wek tê gotin demokratîkbûn tune ye. Jin tu carê nikarin bikevin van mekanîzmayan. Divê mijara azadiya jinê bandor li hemû rêveberiyên herêmî bike. Azadbûn bi wekheviyê despê dike. Nûneriya wekhev jî diguhere. Em şaredariya jinê diparêzin. Em şaredariyên ku hevserokatî lê heye şaredariyên ku mekanîzmayên biryarê lê hene dixwazin. Em ne şaredariyên dostê jinan em şaredariyên jinê dixwazin.”