ROJEVA 15'Ê ÇILEYA 2024'AN

  • 09:00 15 Çile 2024
  • Rojev
* Fatma Îsa bi yek carê di Radyoya Êrîvanê de distrê û careke din jî nastrê. Lê ev car têra wê dike ku ji aliyê hemû kurdan ve bê nasîn. Fatma bi 5 kilamên qeydkirî îro di nav nemiran cihê xwe digire. 
 
*Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bal kişand ser şoreşa zihniyetê ya li Rojhilata Navîn û got: "Ya herî bi heybet jî ew e, em li gorî xwezaya xwe ya civakî û bandora xwe ya ferdî, nirxên modernîteya demokratîk, neteweya wî ya demokratîk, şêwazê wê yê ekonomiya kominal û jiyana ekolojîk, zanista wê, felsefeya wê û hunerê wê bi awayekî azad, wekhev û demokratîk parve bikin û bikin malê civakê." DOSYA 
 
* Gulfîraz Al ya piştî salan şûnde vegeirya ser axa xwe bi jinan re di atolya hunera destan de hilberînê dike. Gulfîrazê got piştevaniya jinê mezin dikin û armanca wan avakirina koperatîfa jinê ye. BI DÎMEN 
 
* Hevseroka HDP’a Bodrumê Zuhal Macît diyar kir ku rêveberiyên navendî bi ser rêveberiyên herêmî de diçin û got li dijî van mekanîzma û kontrola ku zêde dibe çareserî rêveberiyên xweser in û got: “Ji bo demokrasiyê jî nûneriya wekhev ferz e.” BI DÎMEN 
 
*Lîstikvana Şanoya Bajar a Amedê Berfîn Emektar der barê xebatên di 2024’an de wê bimeşînin û çi di rojeva wan de ye axivî û anî ziman ku ew ji rojeva gel serbixwe tevnagerin. BI DÎMEN 
 
* Jinên ku tevlî pêşhilbijartina Rêya Armûşê bûn, anîn ziman ku ew dixwazin bajarê xwe û bi xwe rêve bibin û gotin ew şaredariyeke demokratîk dixwazin. BI DÎMEN