Li Amedê kar û barê dengdayînê bidawî bû

  • 18:30 14 Çile 2024
  • Rojane
AMED - Ji aliyê DEM Partiyê ve li navçeyên Amedê di sindoqên ji bo pêşhilbijartinê hatibû danîn kar û barê dengdayînê temam bû.
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Amedê  ji bo pêşhilbijartinan sindoq danîn û bikaranîna dengan bidawî bû. Ji bo dengdayînê eleqe mezin bû û gelek kes bi cil û bergên gelerî tevli bûn. 
 
Li Farqîn, Sûr, Yenîşehîr, Rezan, Bismil, Peyas, Pasûr, Licê, Xana Axpar, Karaz, Erxenî, Hezro, Pîranê sindoq hatin danîn û 202 bernamzet tevli hilbijartinan bûn.
 
Li Çermugê  ji bo hilbijartina hevşaredariya bajarê mezin a Amedê 70 delege çûn ser sindoqan. Namzet Garîp Kandemîr 28, Cabar Leygara 25, Berdan Acu 5, Nîmetullah Erdogmuş 5, Dogan Hatun 1, ji hevşaredarên jin Gulşen Ozer 8, Serra Bucak 59 deng girtin.