Însiyatîfa Ciwanên Ereb hate avakirin

  • 10:05 14 Çile 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî 3’emîn konferansa Yekitiya Ciwanên Êzidîxan  Însiyatîfa Ciwanên Ereb hat avakirin. 
 
Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê di 12’ê Çile de li Dîgûr a girêdayê Şengalê bi beşdariya sedan delege û mêhvanî 3’emîn konferansa xwe lidarxist. Ciwanên Ereb yên li Şengalê û Mûsilê dijîn û komek ciwanên Tirkmen ên ji Telaferê jî ji bo konferansê hatibûn vexwendin.
 
Wê xebat bên xurtkirin
 
Xebatên ciwanên Ereb ên li Şengalê demeke dirêje bi pêşengiya Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê tê meşandin û her roja paştir berfirehtir dibe. Lê ji ber berfirehbûna xebatê û xweseriya ziman û herêmê di konferansa 3’emîn de Însiyatîfa Ciwanên Ereb hate ragihandin. Ragihandina însiyatîfê bi coş hate pêşwazîkirin.
 
Li gorî biryarên di konferansê de hatiye girtin, wê xebatên perwerdehiyê li nava herêmên pêkahteya Ereb li Şengalê lê dijîn were xurtkirin.
 
Wê komîte bên avakirin
 
Biryarek din a konferansê jî rêxistinkirina xebatên ciwanên Ereb li zanîngehên Mûsilê û berbi herêmên din yên Ereb ve ye. Li gorî biryarê wê xebatên ciwanan di zanîngehên Iraqê de jî pêşbikeve û ji bo belavkirina fikir û felsefeya  Ocalan bixebitin.Her wiha meclîs û komînên ciwanan li hemû herêmên ku hene ava bikin û komîteyên pêwîst werin avakirin.
 
Endamê Însiyatîfa Ciwanên Ereb Rakan El-Mûla yê ji Medîbanê diyar kir ku wê xebatên xwe yên ciwanan berfireh bikin û got: “Ciwanên Êzidî û Ereb bihevre konferansê lidarxistin. Armanca me ya tevlîbûna konferansê pêşvebirina xebatêye. Ev xebat dibin sedem ku naskirina me zêdetir çêbibe. Ez bang li ciwanan dikim tevlî vê xebatê bibin. Di navbera me de ti ferqeke mezhebî û olî nîne. Em her Rêber Apo dixwînin, zêdetir naskirina me ji wî re çêdibe. Xebatên me niha ne zêdeye, lê em armanc dikin xebatên xwe meztintir û berfirehtir bikin.”