ROJEVA 14'Ê ÇILEYA 2024'AN

  • 09:00 14 Çile 2024
  • Rojev
* Ramênên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên li ser ronîkirina pirsgirêkên pêkhatî yên pergala modernîteya kapîtalîst a li Rojhilata Navîn tên jiyîn, perspektîfeke girîng a çareseriya pirsgirêkên îro dide. DOSYA 
 
* Jina 81 salî ya li Qoserê dijî, nexweşa alzheîmerê ye û bi zor dimeşe, Şemsî Erol ku endama HDP’ê bû diyar kir kir ku neviyên wê li e-devletê mêze kirine û derketiye holê ku di 2022’an de ew kirine endama AKP’î. Şemsî bertek nîşanê rewşê da û got wê serî li ÎHD’ê bide. BI DİMEN
 
*Aktîvîsta Îranî Shaghayegh Noruzî da zanîn ku jin tevî hemû tundiyan çalakiya xwe didomînin û got: “Tapuya vê berxwedanê di destê jinan de ye. Teoriya vê protestoyê pêş ve dibe. Divê em bifikirin ku em vê hîn baştir çawa bikin. Divê em di civakê de vê bidin fêmkirin. Yekane riya destkeftiyê serkeftina têkbirina hikûmetê ye.” DÎMEN HEYE
 
* Xizma girtî Leylî Tîkan derbarê Nobetê Edaletê û grevên birçîbûnê ya girtiyan daye destpêkirin de axivî û got pêkhatina edelet û aştiyê girêdayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e. BI DÎMEN 
 
*Seroka Komeleya Derdorê ya Munzurê Hatun Esen diyar kir ku qirkirina ekolojiyê ku dibe sedem surguna sêyemîn her diçe giran dibe û got: “Di bin van axan de mirinên me hene. Em xwe rêxistin nekin wê ne av ne pîrozhiyên me ne jî gund bimînin.” BI DÎMEN