Li Serhedê pêşhilbijartin bi dawî bû: Li gelek cihî wê tûra duyemîn pêk bê

  • 21:41 13 Çile 2024
  • Rojane
WAN - Li bajarên Serhedê ku pêşhilbijartin hat lidarxistin de, di encama dengan de piranî ji tûra duyem re ma.  
 
Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM Partî) li bajarên Wan, Erzirom, Agirî, Îdir û Mûşê endama dengan diyar bû. Heta saetên dereng ên şevê jibartina dengan ku bû hin bajar û navçe ji tûra duyem re ma. 
 
Di hilbijartina Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de 3 jê jin 12 bernamzet ketin pêşbirkê. Navçeyên Qelqelî, Serav, Bêgirî, Ebex û Payîz Ava ji ber şert û mercên hewayî taloqê dîrokek pêş hat kirin. 
 
Wan
 
Li navçeyên Rêya Armûşê,  Tûşba, Artemêtan û Elbaqê hîn jibartina dengan berdewam dike. Dê heta setên dereng berdewam bike. Navçeyên ku diyar bûne wiha ne: 
 
* Westan: Li navçeyê ku bi tenê namzetek heye, Bedrettîn Dînçer 35 deng, Rûknettîn Hakan 32 deng girt û hilbijartin ji tûra duyem re ma.  
 
* Şax: Ji namzetên mêr Reşat Eraslan 107 deng, Alî Osman Baran jî 47 deng girt. Namzetên jin ji aliyê komîsyonê ve bê diyarkirin. Ji tûra duyem re ma. 
 
* Erdîş: Di hilbijartinê de ji namzetên mêr Baran Bîlîcî 301 û Şakîr Asil 123 deng girt. Ji namzetên jin Guler Temel 191 û Menekşe Kizildere jî 176 deng girt û hilbijartin ji tûra duyem re ma.  
 
Erzirom 
 
* Xinûs: Di hilbijartinê de Ahmet Tîma 53 deng, Maîr Demîr jî 47 deng girt. Hevşaredara jin ji aliyê komîsyonê ve ku bê diyarkirin, hilbijartin ji tûra duyem re ma. 
 
* Gogsî: Di degndayînê de Fuat Tûtkûn 70 deng, Yilmaz Tûnç 57 deng wergirt. Hilbijartin ji tûra duyem re ma. Hevşaredara jin ji aliyê komîsyonê ve bê hilbijartin. 
 
* Qereçoban: Li navçeyê di dengdayînê de Kazim Erhan 60 deng, hevşaredara niha Halît Ûvûn jî 45 deng girt. Hilbijartin ji tûra duyem re ma. Hevşaredara jin jî wê ji aliyê komîsyonê ve bê diyarkirin. 
 
* Tatos: Di hilbijartinê de Abdûrrahman Sever 89 deng, Nîhat Tek 34 deng girt. Hevşaredara jin ji aliyê komîsyonê ve ku bê diyarkirin, hilbijartin ji tûra duyem re ma. 
 
Mûş
 
* Navenda Mûşê:  Di hilbijartinê de Mehmet Sûat Ertûgrul 122 deng û Sirri Soylemez 204 deng girt. Namzeta jin ji aliyê komîsyonê ve bê hilbijartin. Hilbijartin ji tûra duyem re ma. 
 
* Kop: Li vê derê jî ji namzetên mêr Arafat Kardagi 89 deng û Abdullah Tokyay jî 80 deng girt. Ji namzetên jin Aryan Dogan jî bi 212 deng hat hilbijartin. Ji bo namzetê mêr bê diyarkirin hilbijartin ji tûra duyem re ma. 
 
* Milazgir: Li vê derê jî ji endamên jin Gulîstan Ozel 217 deng û Sema Tekîn 168 deng girt. Ji namzetên mêr Ahmet Kenan Turker 236 deng û Îlhamî Eren jî 89 deng girt. 
 
* Gimgim: Di hilbijartinê de Giyasettîn Aydemîr 233 deng û Gulbahar Kaya jî 118 deng girt û wek hevşaredar hatin hilbijartin. 
 
Îdir
 
* Navenda Îdirê: Li Îdirê ji hevşaredarên mêr Mehmet Nûrî Guneş 177 deng, Mehmet Çîrka 70 deng û Huseyîn Akçîn 70 deng girt. Ji hevşaredarên jin Nejla Kûm 200 deng û Evîn Serhat jî 144 deng girt. Hilbijartin ji tûra duyem re ma.  
 
* Tozan: Di hilbijartinê de Mûstafa Maman 45 deng û Yilmaz Korkûsûz 43 deng girt. Hevşaredara jin ji aliyê komîsyonê ve bê hilbijartin û ji tûra duyem re ma. 
 
Agirî
 
* Navenda Agirî: Di hilbijartina hat kirin de Maşûk Arpaç 93 deng, Mehmet Akkûş 89 deng girt. Namzeta jin Hazal Aras jî dengê herî zêde ve 283 deng girt. Hilbijartin ji tûra duyem re ma. 
 
* Panos: Di hilbijartinê de herî zêde ji namzetên hevşaredarên jin Rojbîn Kartal 176 deng, Solmaz Ozlen 192 deng girt. Ji mêran jî  Mîr Bedîrhan Aras 113 deng, Cabîr Tozan 119 deng girt. 
 
* Bazîd: Di hilbijartinê de namzetên jin Gonul Ozturk 140 deng û Aygul Aşan 134 deng girt. Ji namzetên mêr jî Kenan Alkan 227 deng û Nûrî Çelîk jî 148 deng girt. Hilbijartin ji tûra duyem re ma. 
 
* Giyadîn: Li vê derê jî namzetên mêr de Adnan Dogan 74 deng û Evren Demîr 49 deng girt. Hevşaredara jin ji aliyê komîsyonê ve bê diyarkirin û ji tûra duyem re ma.