Li Wan û Serhedê jibartina dengan dest pê kir

  • 17:01 13 Çile 2024
  • Rojane
WAN – Li Wan û navçeyên Serhedê pêşhilbijartinên ku pêk hatin bi dawî bûn û ji bo diyarkirina namzetan jibartina dengan dest pê kir. 
 
Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM Partî), li Wan û gelek bajarên Serhedê pêşhilbijartinêm ku li dar xist, bi dawî bû. Piştî bi dawîbûna hilbijartinê jibartina dengan dest pê kir. Bi jibartina dengan kîjan bernamzet zêde deng girtibe wê wek namzet bê hilbijartin. Di saetên serê sibehê de li Wanê û navçeyên wê bi hezaran delege ji bo diyarkirina namzetan çûn ser sindoqan û dengên xwe bikar anîn. Bikaranîna dengan saet 17.00’an de bi dawî bû û jibertina dengan bi vê yekê re dest pê kir. 
 
Jibartina dengan dest pê kir 
 
Hilbijartina ku herî zêde qelebalix li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê pêk hat, ligel ku saeta dengdayînê derbas bû jî bi sedan kes hîn ji bo bikaranîna dengan di rêzê de sekinînin. Piştî demekê deleqeyan dengên xwe bikar anîn. Piştî dengdayîn bi dawî bû, jibartina dengan dest pê kir. Her wiha lig elek navçeyan ku hilbijartin bi dawî bû, jibartina dengan jî dest pê kiriye. 
 
Piştî jibartina dengan bi dawî bibe, dê namzet bên aşkerekirin. Kîjan navzet ku baraja sedî 50+1 derbas bike wê namzet bên diyarkirin. Lê ger ku bernamzet vê barajê derbas nekin wê ji tûra dûyem re bên hîştin û sibê tûra duyem bê lidarxistin. 
 
Her wiha li hemû bajarên Serhedê yên ku hilbijartin tên kirin jî jibartina dengan dest pê kiriye.