'Em hewl didin bi rêya hunerê sînoran ji nava xwe rakin'

  • 13:38 13 Çile 2024
  • Rojane
Mîdye Miqted
 
ŞEHBA - Jinên tevlî 5'emîn Festîvala Mîtan bûn diyar kirin ku bi festîvalên bi vî rengî moralê welatiyên li Şehbayê baştir dibe û wiha gotin:" Bi riya vê yekê em hewl didin ku wekî kurd ji her çar parçeyên welêt li hev kom bibin û van sînorên ku dagirkeran xistine nava me, em bi riya hunera xwe rakin. "
 
5'emîn Festîvala Mîtan a bi pêşengiya Konseya Huner û Çandê ya Kantona Şehba û Efrînê di roja ewil de li Kantona Ehdasê dest pê kir û starta wê li Wargeha Serdemê hat dayin didome. Jinên tevlî vê festîvalê bûn nêrînên xwe anîn ziman. Jinan diyar kirin ku festîval coş û hêzeke mezin di nava xwe de hembêz dike û gotin tevî zextan ew ê çalakî û xebatên xwe bidomînin. 
 
'Em dixwazin kenekî li ser rûyên Efrîniyan biçînin'
 
Ji Komîteya Amedekar a Festîvala Mîtan Romet Beko ji ajansa me re derbarê lidarxistina festîvalê de wiha got:" Îro em Festîvala Mîtan li kantona Şehbayê li dar dixin, her car me li bajarê xwe Efrînê li dar dixist. Dema ku li Efrînê ev festîval dihat lidarxistin rewş cuda bû. Her wiha bi coşa gelê Efrînî ev festîval dihat lidarxistin. Ji ber rewşa koçberiyê em dixwazin wekî şanoger moral bidin welatiyên li Şehbayê yên ji Efrînê hatin koçkirin. Em dixwazin kenekî li ser rûyên Efrîniyan biçînin. "
 
'Em hewl didin bi rêya hunerê sînoran ji nava xwe rakin'
 
Di dawiya axaftina xwe de Rometê bal kişand ser hatina gel hevdu ya bi hunerê û wiha lê zêde kir:" Festîvala me wê 8 rojan were lidarxistin. Îro festîval di roja xwe ya çarem de dewam dike. Di roja sêyem de şanoya Navenda Çandê ya Cemîl Horo ya Helebê hat lidarxistin. Mêvanên me ji bajarê Reqa, Kobanê, Hesekê, Heleb û Kerkûkê bi me re amede bûne û beşdarî vê festîvalê bûne. Bi riya vê yekê em hewl didin ku wekî kurd ji her çar parçeyên welêt li hev kom bibin û van sînorên ku dagirkeran xistine nava me, em bi riya hunera xwe rakin."
 
'Festîval vîn û coşek mezin di nava xwe de hembêz dike'
 
Di heman demê de şanogera ku ji Kobanê beşdarî festîvalê bûye Sîlava Îbrahîm wiha got:" Ev festîval di nava xwe de coş û îradeya mezin a gelê Efrînê hembêz dike. Tevî hemî şert û mercên giran ku tevahî Rojava tê re derbas bû bi taybet tevî êrîşên hov a dewleta tirk a dagirker, dîsa jî me amedakariya xwe ji bo festîvala mîtan da dewamkirin."
 
'Ji tarîtiyê ronahî ava kirin'
 
Sîlava da zanîn tevî zext, zehmetî û êrişan dîsa jî welatiyên li Şehbayê bi cih bûne xwedî îra de ne û wiha got:" Zêdetir me moral ji welatiyên Efrînê yên ku îro ev bû 6 sal in di nava rewşeke koçberiyê û ne aram de dijîn, girt. Bi rastî tevî hemî êş û azarên ku li van herêman diqewimin, welatiyên ji Efrînê koç bûne û li vir bi cih bûne, dîsa jî bi coş, bi moral û bi hêviya vegera li Efrînê jiyana xwe didin dewamkirin. Ev jî ji bo me, cihê serbilindiyê ye ji ber di van herêmên ku kes tê de nikaribû bijiya, îro ji wê tariyê ronahî ava kirin."