Li Wanê di pêşhilbijartinê de bernamzet xwe didin nasîn

  • 11:22 13 Çile 2024
  • Ramyarî
WAN – Li Wanê û navçeyên wê delege li cihên ku deng bên bikaranîn kom bûn û namzetên xwe diyar dikin.
 
Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM Partî), li Wan û bajarên Serhedê ji bo namzetên xwe diyar bikin hevşaredarên bajarên mezin û navçeyan, endamên şaredarî meclîsa giştî diyar bikin li ser sindoqane. Li yek bajarê mezin, 8 bajar û 35 navçeyên Serhedê dê bi nêzî 35 hezar kes dengê xwe bidin. Gelê ku di saetên sibehê de herikîn eywan, avahiyên navend û navçeyan ên ku sindoq lê hatine danîn, şahiya demokrasiyê bi rê ve dibin. Saet 10.00’an de ku dengdayîn destpê kir, wê saet 16.00’an de bi dawî bibe.
 
Di şahiya demokrasiyê de gel tê ligel hevdû
 
Li Wanê ku yek ji bajarên ku herî zêde deng lê pêk tên, li 13 navendan sindoq hatin danîn. Li gor lîsteya dawî 13 hezar û 500 kes dê li Wanê deng bikar bînin. Li Eywana Dawetê ya Vîlla Park a navçeya Rêya Armûşê ku yek ji navçeyeke herî zêde delegeyên Kurdistanê, hatin cem hev. Ligel barîna berfê jî bi hezaran kes ji taxên navçeyê ber bi eywana ku sindoq lê hatine danîn ve diçin.
 
Bername bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştî avakirina meclîsê ji bernamzetan re 5 deqîqe dema axaftinê hat dayîn.