Têkoşîna kurdên li Taxa Newroz a li dijî dagirkeriyê didome

  • 09:55 13 Çile 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya konvedanê ya xelkê Taxa Newroz a Kerkûkê ya dijî dagirkirin û Erebkirinê ji aliyê artêşa Iraqê ve, 12 roj in bê navber dewam dike.
 
Artêşa Iraqê ketiye nav taxa Newroz ya Kerkûkê û dixwaze xelk malên xwe vala bikin û dixwaze di malên Kurdan de malbatên Erebên biyaniyê bajêr bicih bikin. Kurdên taxa Newroz li dijî vê hewldanên dagirkerin û Erebkirinê ya artêşa Iraqê, konê çalakiyê vedane û 12 rojin di çalakiyê de ne.
 
Niha di 7 xaniyên li taxê ji aliyê leşkerên Iraqê ve bi wesayîtên zirxî hatine dagirkirin. Hê jî leşkeran malên li taxê yên dagirkirî vala nekiriye. Li beramberî vê hewldanê xelkê taxê kon vedaye û li ber xwe didin.
 
Çalakiya konvedanê ya xelkê taxa Newroz a Kerkûkê bê navber dewam dike. Xelkê taxê hewldanên artêşê weke binpêkirin binav dikin û dibêjin, piştî rejîma Baasê ew li van xaniyan bicih bûne û ew carek din li malên xwe bicih bûn û yasayî ye.
 
Li Taxa Newroz a Kerkûkê 200 xanî hene, xelkê li taxê Kurd in. Ji ber ku di dema xwe de li dijî rejîma Baasê rabibûn, di wê serdemê de vegeriyabûn Hewlêr û Silêmaniyê. Piştî rejîma Baasê diruxe, carek din xelkê taxê vedigere ser malên xwe û di xaniyên xwe de bicih bûn.
 
Hêjayî gotinêye ku di 10’ê Çileyê de polîsên Pirdê ya li sînorê Kerkûkê 5 welatiyên Kurd û welatiyekî din ê Tirkmen bi tawana ku derbasî maleke hikûmetê bûne, girtin.