Nobeta Edaletê di roja 37'an de didome

  • 13:47 9 Çile 2024
  • Rojane
AMED - Nobeda Edaletê ku bi dirûşma “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” hatibû destpêkirin di roja 37'an de berdewam dike. Di çalakiyê de wiha hat gotin "Armanca me ku em ji bo edaletê tecrîdê bi dawî bikin."
 
Nobeda Edaletê ya ku di çarçoveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî" di 4'ê Kanûna 2023'an de li Amedê hatibû destpêkirin di roja xwe ya 37'an de bi serdanan dewam dike. Nobeda Edaletê ya ku li Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partiyê ya navçeya Rezanê dewam dike. Çalakiya nobetê bi serdana gelek kesan û saziyan dewam dike. 
 
Stranên serhildanê hatin gotin
 
Di nobeta serhildan tê mezinkirin de stranên serhildanê yên bi kurdî hatin gotin. Kesên tevlî çalakiyê bûn çalakgerên li girtîgehan ketine greva birçîbûnê silav kirin.