Sakîne Cansiz û hevalên xwe li Şengalê hatin bîranîn

  • 10:57 9 Çile 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi pêşengiya TAJÊ, 3 jinên şoreşger ên li Parîsê hatin qetilkirin li Şengalê hatin bîran. Endama Komîteya Dîplomasiyê ya TAJÊ Ferîde Şengalî diyar kir ku bîranîna jinên şoreşger hêz daye hêza wan û got: “Şehîdên me rêya me ronî dikin û dihêlin ku em di rêya rast de bimeşin.”
 
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), bi merasîmeke girseyî şehîdên komkujiya Parîsê sê jinên şoreşger ên Kurd ku ji damezrînera PKK’ê û Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) di salvegera 11’emîn a şahedata wan de li Şengalê bi girseyî bi bîr anîn.  Civîna bîranînê bi deqeyek rêzgirtin û pêxistina findan ji aliyê jinan ve hate destpêkirin.
 
Paşê civîn ji aliyê Endama Komîteya Dîplomasiyê ya TAJÊ Ferîde Şengalî ve hate rêvebirin û têkildarî wateya rojê, kesayeta Sakîne Cansiz û bandora wê li têkoşîna jinên Êzidî axivî.
 
‘Şehîd rêya rast nîşanî me didin’
 
Ferîde Şengalî diyar kir ku bîranîna şehîdan timî hêz  daye hêza wan û got: “Bîranîna şehîdan hêz dide me, rêya me ronî dikin û dihêlin ku em di rêyeke rast de pêşve biçin.”