EŞÎK di pergala fermuarê de bi israr e

  • 09:02 9 Çile 2024
  • Ramyarî
Melek Avci
 
ENQERE - Endama EŞÎK'ê û Seroka Komeleya Piştevaniyê ya Navenda Jinan a Edîrneyê Şahîde Agaoglû diyar kir ku jin ji bo bibin bernamzed  li gelek cihan serlêdan kirine û destnîşan kir ku ew di temsîliyeta wekhev de israr dikin.
 
Ji bo hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên di 31'ê Adarê de dê pêk bên, demek kurt maye, tevgera jinan jî bi berdewamî diyar dike ku ew ji her derê ji bo rêvebirina şaredariyan namzed in. Platforma Jinan a Ji bo Wekheviyê (EŞÎK) ku ji bo nûnertiya wekhev bi partiyan re muzakereyên xwe didomîne, di pêkanîna pergala fermuarê de israr dike.
 
Endama EŞÎK'ê û Seroka Komeleya Piştevaniyê ya Navenda Jinan a Edîrneyê Şahîde Ağaoglû têkiliyên xwe û daxwazên tevgera jinan nirxandin.
 
Di hilbijartinê de yek jin û yek mêr
 
Şahîdeyê, da zanîn ku ev demeke dirêje tevgera jinan daxwaza nûnertiya wekhev dike û got ku divê jin û mêr bi awayekî wekhev ji hemû mafan sûdê bigirin. Şahîde di berdewamiyê de wiha got, “Em dibêjin divê partiyên siyasî di dema hilbijartinê de vê yekê weke pergala fermuarê pêk bînin û yek jin û yek jî mêr be. Em ne tenê dixwazin jin di lîsteyê de cih bigirin, em dixwazin jin jî û merê jî bi awayê wekhev di lîsteyê de cih bigirin, heta em dixwazin lîste bi jinê dest pê bike. EŞÎK'ê li gel hemû yekîneyên jinan di rojên ku dîroka hilbijartinê hat destpêkirin de daxuyanî da. Bangek ji bo partiyan bû. Em bi serokên Partiya DEM’ê re jî dicivin û em dixwazin namzetên jin bi partiyan re bicivin. Ji ber ku partî bi giştî dibêjin 'jin dê hebin, divê hebin jî', lê em dizanin ku di pêvajoya hilbijartinê de ev zêde nayên pêkanîn. Divê ne tenê di rojên girîng de behsa mafên jinan bê kirin, di hemû pêkanîn û pêvajoyan de divê nûnertiya jinan hebe.
 
'Di rêveberiyên herêmî de tenê ji sedî 3 nûnertiya jinan heye'
 
Şahîdeyê diyar kir ku divê teqez jin di rêveberiyên herêmî de cih bigirin û got ku di vê mijarê de bi partiyan re muzakere didomînin. Şahîde got, “Li qadên herêmî jî em bi  DEM Partiyê re di nava hevdîtinan de ne û ev yek nûnertiya wekhev pêk tîne, ne kotaya jinan a ji sedî 50, tenê nûnertiya wekhev pêk tîne. Tevî ku gelek partiyên muxalefetê vê yekê dibêjin jî lê pratîze nakin. Di heyama dawî de dema  Serokê Giştî yê CHP'ê  di dema ku ev pêvajoya guherînê hat destpêkirin de, got ku ji sedî 50 divê namzedên jin jî hebin. Jin bersivê didin van bangên hemû partiyan li çar aliyê welat. Li ser van bangawaziyan em dibêjin divê jin li her derê hebin. Li gorî agahiyên îstatîstîkî yên ku di demên dawî de me ji rêveberiyên herêmî girtine, jin bi rêjeya ji sedî 3’an cih digirin. Ji ber vê yekê jî gotin bibin namzet û me jî ev daxwaz bi cih anî. Em ji bo parlementoyê bûn namzed, ji bo serokatiyê bûn namzed. Me di daxuyaniyan de heta niha zêde wekhevî nedîtiye, lê ji aliyê tevgera jinan ve serlêdan hatine kirin. Em bi hev re vê pêvajoyê dişopînin û di nav de cih digirin.
 
'Jin wê bi namzediya xwe hemû pêvajoyê bişopînin'
 
Şahîdeyê da zanîn ku di hilbijartinên herêmî de nûnrtiya wekhev wê rê li ber gelek jinan veke ku ji hemû butçeyan sûdê werbigirin û wiha dewam kir: "Meclîsa ku li derveyî jinê dimeşe, bi endamtiya li meclîsê ya jinên li derve hemû pêvajo tên şopandin. û mafên jinan tê parastin. Ji bo vê jî jin ji bo serokatiyan namzet in û em dizanin ku nûnerên tevgera jinan li gelek cihan namzetên endamtiya meclîsê ne. Em dizanin ku dê ji bo berjewendiyên jinan xebat bên kirin û li gorî wekheviya zayendî budçeyên hesas bên çêkirin. Pêdivî ye ku hemû butçe ji bo jin û mêran bi wayê wekhev bên bikaranîn. Em ji bo vê ku pêk bê namzed in."
 
'DEM Partî di nûnertiya wekhev de mînak e'
 
Şahîdeyê, diyar kir ku ew bi tevgera jinên Kurd re xebatên hevpar dimeşînin, der barê hedefgirtina pergala hevserokatiya ya hikûmetê ji bo rêveberiyên  herêmî de ev tişt anî ziman: “Sala borî me li Amedê kongreya mezin a bi sernavê ‘Cîhaneke bê stargeh’ li dar xist.  Em pergala hevserokatiyê nas dikin, me ji hevalên jin bihîst ku di nava xwe de jî zîhniyeta mêr dîtine, lê bi temsîliyeta wekhev mafên xwe parastine û pêvajo parastine. Em niha plan dikin ku serdana serokên partiyên muxalefetê bikin. Di vê demê de yekem hevdîtinên ku hatin kirin bi DEM Partiyê re hatin kirin. Lê me ji wan re negot 'nûnertiya wekhev pêk bînin'. Ji ber ku ew jixwe pêk tînin. Bi baweriya min ev yek ji her kesî re dibe mînak. Em hevalên xwe pîroz dikin.”
 
'Divê li dijî qeyûman têkoşîn bê kirin'
 
Şahîdeyê bal kişand ser pêkanînên qeyûman û wiha got: “Em pêvajoyên polîtîkayên qeyûman jî dizanin û pêvajoyeke xerab bû. Em ji hevalên xwe yên jin ên li herêmê dizanin ku êrîş li dijî yekîneyên jinan, lîsteyên serlêdanên tundiyê yên hatin kirin û navendên jinan ku kirin bin kontrola xwe hatine kirin. Pêwîste em hemû li her qadê li dijî vê bin, lê tevî ku saziyan ji holê radikin jî, em dibînin ku DEM Partî bi rêxistinkirina mil bi mil li qadên sivîl nûnertiya wekhev a partiyê û têkoşîna jinê pêk tîne. Ji bo pêşîgirtina li têkoşîna jinê, weke li her derê hewl tê dayîn bê astengkirin, lê têkoşîn naqede. Her kes ji cihê ku lê ye têkoşîna xwe didomîne."
 
'Herçend ku jian asteng dikin jî dîsa têkoşîn didome'
 
Şahîde herî dawî bal kişand ser pêwîstiya nûnertiya wekhev û wiha got: “Divê li vî welatî nûnertiya wekhev hebe. Ger behsa mafên mirovan bê kirin, divê wisa be. Îro li vî welatî her roj jin tên kuştin. Ji bo pêşîgirtina li vê yekê pêwîste jin di her qadê de hebin. Îro hikûmet hewl dide qanûnên nû derxîne, lê em dibêjin 'dest nedin qanûnan, bi cih bînin', yên ku qanûnan pêk neynin, ne xwedî rayeya çêkirina qanûnan in, ji ber vê yekê divê em têkoşînê bidomînin. Gelek serlêdanên jinan ji bo hilbijartinên rêveberiyên herêmî hene, lê perga û zîhniyeta serdest a mêr niha hewl dide hemûyan asteng bike, lê jin li hemberî vê yekê li ber xwe didin û em dibêjin têkoşînê bidomînin."