ROJEVA 09'Ê ÇILEYA 2024'AN

  • 09:00 9 Çile 2024
  • Rojev
* Endama EŞÎK'ê û Seroka Komeleya Piştevaniyê ya Navenda Jinan a Edîrneyê Şahîde Agaoglû diyar kir ku jin ji bo bibin bernamzed  li gelek cihan serlêdan kirine û destnîşan kir ku ew di temsîliyeta wekhev de israr dikin.
 
* Psîkolog Bahar Bayindir diyar kir ku di civakê de tundî wek riya çareseriyê tê dîtin û wiha got: “Ji bo pêşî li tundiyê bê girtin hewce bi guherîna civakî heye.” BI DÎMEN 
 
* Endama Akademiya Jîneolojiyê ya Fransayê Mélanie Ory, komkujiya Parîsê ya duyemîn weke "berdewama bêdengiyê" nirxand û got: "Jin, jiyan, azadî; ev her sê peyv ji çiyayên Kurdistanê hatin û li kolanên me belavbû. Ev jî nîşan dide ku jin li cîhanê yekgirtî ne."
 
* Abdullah Ocalan ku balê dikişîne ser avakirina komarê ya li Tirkiyeyê û avakirina sîstemê ya hêzên hegemonîk, di dewama sîstemê de girîngî dide avakirin û rola AKP'ê û dibêje: "Pirsgirêkên bingehîn ên di qada neteweyî û herêmî de tên jiyîn encax bi modernîteya demokratîk dikare bibe xwedî şensê çareseriya radîkal."
 
*Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Geverê ku piştevaniya çalakiya Nobeta Edaletê ya Wanê kirin, destnîşan kirin ku dê berxwedana xwe mezin bikin û bang li dewletên navneteweyî kirin ku gavên pêwîst bavêjin. BI DÎMEN