Meclisa Jinan ji bo komkujiya Parîsê bang kir

  • 15:46 8 Çile 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan komkujiya Parîsê bi bîr anîn û ji bo hesapirsînê ji kujneran bang kir.
 
9’ê Çileya 2023’yan li dijî yek ji pêşengên Tevgera Rizgariya Kurdistanê Sakîne Cansiz, nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Fîdan Dogan û nûnera Tevgera Ciwanên Kurd li Ewropayê Leyla Şaylamez li Parîsê ji aliyê sîxûrên dewleta Tirk ve komkujî hat kirin.
 
Bi munasebeta salvegera 11’emîn a komkujiyê, komîteyên jinan ên meclisên malbatên şehîdan ên navçe û bajarokên Bakur û Rojhilatê û Helebê daxuyaniyeke hevbeş da.
 
Di daxuyaniya hevbeş de wiha hate gotin:
 
"Ev sûc wijdanê bi milyonên Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê û tevahiya cîhanê hejand. Bila zanibin ku terora li dijî têkoşeran tê meşandin wê ti carî bandor li rêya gelên azad neke. Armanc ji wan sûcan ew e ku Kurdan bitirsînin û rêya têkoşîn û berxwedanê bişkînin. Bi hezaran jin li Kurdistanê û li cîhanê ji roja yekê ya ve ji van sûcan ve soz da ku di rêya şehîd Sakîna û rêhevalên wê de bimeşin, het ku ji zulim û neheqiyê xelas bibin. Dê çalakiyên şermezarkirina van sûcên ku neaqil, mentiq û exlaq qebûl nake, neyên nesekinandin.
 
Em bang li hemû komîteyên mafên jinan dikin ku zextê li Parîsê bikin da ku di zûtirîn dem de şert û mercên van sûcan derxe holê.
 
Hemû jin di nava komîteya jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hêrsa xwe li hemberî van sûcan tînin ziman. Rêya şehîd Sakîne û rêhevalên wê rêya azadiyê û demokratiyê ye, rêya hemû nirxên xweş û birûmet e ku Tevgera Azadiya Kurdistanê temsîl dike, her wiha temsîla mîraseya edalet, heqîqet, wekhevî, wijdan û azadiyê ku di keda jinê de diyar dibe  ku ji ba, av û koka vê xaka bi hezarên salan derdikeve."