Li Wanê Nobeda Edaletê di roja 35'an de ye

  • 14:57 8 Çile 2024
  • Rojane
 
WAN - Di roja 35'emîn a Nobeda Edaletê ya li Wanê de daxwaza edaletê û piştevaniya ji bo çalakiyê hat kirin.
 
Nobeda Edaletê ya ku bi pêşengiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran (TUHAY-DER) û xizmên girtiyan ên li Wanê, ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd hatiye destpêkirin, di roja 35'an de dewam dike. Namzetên Hevşariyê yên navçeya  Artemêtê y awanê, şêniyên Taxa Suphan a navçeyê û gelek welatî çûn serdana çalakiya ku li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hate lidarxistin.
 
'Dawî li tecrîdê bînin!'
 
Salîha Yazici di çalakiyê de axivî û got, “Bila êdî dayik negirîn. Em aştiyê dixwazin. Divê Birêz Abdullah Ocalan azad bibe. Em edaletê dixwazin."  Pişt re yek ji xizmên girtiyan Gul Ozturk axivî û xwest girtiyên siyasî serbest bên berdan û bang li her kesên aştiyê dixwazin kir ku piştgirê bidin çalakiya wan.
 
'Divê her kesên xwedî wijdan piştgiriyê bidin çalakiyê'
 
Ji xizmên girtiyan Hasan Pala jî xwest ku çalakiya wan bibe sedema anîna edaletê. Hasen da zanîn ku polîtîkayên şer bi kêrî kesî nayên û got, “Çalakî ne tenê çalakiya dayikan e, çalakiya hemû Kurdan e. Her kesê xwedî wijdan divê ji bo bidawîkirina tecrîdê bikeve hewldanan û li dijî binpêkirinên li girtîgehan dengê xwe bilind bike."
 
Çalakiyê bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana zindanan", çepik û tilîliyan dewam kir.