TAJÊ li Şengalê bi şahiyek navenda xwe ya yekemîn vekir

  • 14:38 8 Çile 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - TAJÊ, bi tevlîbûna, endamên meclîs û saziyên jin, dayikên cangoriyan û jinên ereb navenda xwe ya yekemîn li navçeya Sinûnê ya Şengalê vekir.
 
Tevgera Azadiyê A Jinên Êzidî (TAJÊ) bi beşdariya dehan jinên êzidî-ereb yekemîn navenda kar û xebatên xwe li navçeya Sinûnê ya Şengalê vekir. Berdevka TAJÊ Riham Hico di destpêka axaftina xwe de di şexsê cangoriyên Parîsê de hemû cangoriyên tekoşîna azadiyê bibîr anî, vekirina navendê li tevahî jinên êzidî pîroz kir. 
 
Berdevka TAJÊ Rîham Hico, bal kişand ser tekoşîna pêşenga tevgera azadiya jin Sakîne Cansiz û wiha got: “Keda Rêber Apo ji bo me daye, hişt em xwe li ser xeta azadiya jinê bi rêxistin bikin. Tekoşîna hevrê Sara û hevalên pêre şehîd bûn Rojbîn û Ronahî û hezaran ên weke wan ji bo me bûn hêvî, bawerî û ronahî di xwe rêxistinkirina me de. Em li ser bîr û baweriya van pêşengên xeta azadiya jin tekoşînê dimeşînin û li hemberî her cûre êrîşên dijî jinan li ber xwe didin. Ji ber ku tekoşîna jinan xwe li ser çanda berxwedanê ava kiriye. Sekna rêheval Sara, tekoşîn, heskirin û şerê wê yê azadiyê em fêrî vê heqîqetê kirin. Em ê jî tekoşîna xwe li ser xeta Sarayan berdewam bikin.”
 
Rîham Hico di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser rola ku wê navend pê rabe û wiha axivî: “Me heta niha li ser tecrûbeya rêxistiniya xwe ji bo tevahî jinên Êzidî û Ereb xebatekî girîng bi rêya meclîsên xwe yên li gund û navçeyan meşand. Me heya niha xebatên TAJÊ li hemû gund û komelgehan meşand, lê me pewîstî bi vekirina navendek dît. Armanca me rêxistinkirin, perwerdekirin û bi hêzkirina jinan e. Çi pirsgirêkên jinan hebin emê li vir çareser bikin û emê bibin hêza çareseriyê. Di serî de ji bo jinan, ji bo çareseriya hemû pirsgirêkên civakê, xebatên TAJÊ xwedî girîngiyek mezin e. Jin di hemû qadên civakê de, xwedî hêza avakirinê ne, wê ji niha û pê ve jî ev navend ji hemû jinan re bibe stargeh, da ku bikaribin hevdu bi hêz bikin.”
 
Piştî axaftina Rîham Hico bi dawî bûn, jinan bi dirûşmeyên "Jin, jiyan azadî" û "Bijî Serok Apo" dayikên cangoriyan Pakîze û Sûrî jî qurdeleya Navendê jêkirin û vekirina navendê li hemû jinan pîrozkirin.