Nûçegihana NûJINHA'yê xelata rêzgirtin û spasiyê girt

  • 14:14 8 Çile 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Pêşketin û Alîkariya Mirovî ya Somayê xelata rêz û spasiyê da nûçegihana Ajansa NûJINHA'yê ya Helebce Mîhrîban Selam Kakayî.
 
Rêxistina Pêşketin û Alîkariya Mirovî ya Somayê ya di sala 2019’an de hat damezrandin, xelata rêzgirtin û spasiyê da nûçegihana Ajansa NûJINHA'yê ya Helebce Mîhrîban Selam Kakayî.
 
Berpirsa Rêxistina Soma, Soma Heme Seîd derbarê xelatkirinê de anî ziman ku ji ber girtina dest a pirsgirêka jinê, xelatê dane Mîhrîban Selam Kakayî.