Kongra Star: Em sala 2024'an bikin sala edaletê

  • 14:02 8 Çile 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di salvegera qetilkirina siyasetmedar Sakîne, Fîdan û Leylayê de Kongra Star daxuyaniyek da û got: "Divê em destketiyên mezin bi dest bixin. Em sala 2024'an bikin sala edalet û tolhildana şehîdan."
 
Meclîsa Kongra Star bi minasebeta 11’emîn salvegera komkujiya yekemîn a Parîsê ku ji aliyê îstîxbarata Tirk ve 9’ê Çileya 2013’yan hatibû pêkanîn û pêşengên têkoşîna azadiya jinê Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) hatin qetilkirin, daxuyaniyek nivîskî weşand. 
 
Di daxuyaniyê de komkujiya yekemîn a Parîsê û komkujiya duyemîn a Parîsê Evîn Goyî (Emîne Kara), Hunermend Mîr Perwer (Mehmet Şirîn Aydin) û Abdurrahman Kizil ku di 23’yê Kanûna 2022’yan de hatibûn şehîdxistin hatin bibîranîn û komkujî hatin şermezarkirin. 
 
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Kongra Star wê li hemberî hêzên komploger û tarî têkoşîna xwe bilind bike û ev peyam hat dayîn: "Em bi soz didin ku em ê bi  binxistina hêzên nîjadperest û faşîst tola şehîdan hilînin. Li dijî komkujiyên Parîsê û hemû qirkirinên li hemberî gel û peşengên xwe em ê herdem li berxwe bidin û têkoşîna xwe bighînin asta herî jor. Em ê tola hevalên xwe li erdê nehêlin. Divê em bi hemû hêza xwe û bi zanebûna ku xeta berxwedanê xeta jiyanê ye têkoşînê mezin bikin. Pêwîste em weke jin di qada polîtîk û civakî de serkeftinên mezin bi dest bixin. Tolhildana jinan xurtikirina hêz û zanebûna jinê ya polîtîk e."
 
Di dawiya daxuyaniyê de bang li tevahî rêxistin, înîsiyatîf û tevgerên jinan hat kirin ku sala 2024 bikin sala pêkanîna edalet û tolhildana şehîdan.