Dadgehê redkirina sûc a kiryaran kir hinceta beraetê

  • 09:02 8 Çile 2024
  • Hiqûq
 
Şehrîban Aslan
 
AMED - Li Xana Axpar zarokê 8 salî Muhammed Velî Dumez hatibû qetikirin û di dozê de dadgehê biryara bi hincet da û ji bo her du gumanbaran got ‘îfadeyên bi îstîqrar yên ku sûc qebûl nekirine hene’ û ‘delîlên şênber tune ne û ji her cureyê gumanbariyê dur in’.
 
Li taxa Selgelya ya Xana Axpar a Amedê di 21’ê Çileyê 2020’an de zarokê 8 salî Muhammed Velî Dumez winda bibû. Muhammed li heman taxê di xaniyekî xerabe û vala de mirî hatibû dîtin. Der barê bûyerê de 6 xizmên wî hatin binçavkirin û piştî îfadeyê hatin berdan. Di çarçoveya lêpirsînê de meta wî Husnugul Taş, kurên meta wî E.T û O.F.F, B.T, xalê zarok Veysî Taş û ‘zarokê ku ber bi sûc ve biribûn’ hatin binçavkirin. E.T, O.F.T û B.T. piştî îfadeya dozgeriyê hatin berdan. Veysî Taş û Husnugul Taş û zarok di 14’ê Adara 2020’an de hatin girtin.
Îdianameya derbarê gûmanbaran de hat amadekirin ji aliyê 2’emîn dadgeha cezayê giran a Amedê ve hat qebûlkirin û di runiştina sêyemîn de ji bilî zarokê dihat darizandin 3 kesên din hatin berdan. Runiştina biryarê di 10’ê cotmeha 2023'yan de hat dîtin. Dadgehê li zarokê ku ber bi sûc ve hatiye birin ji ber di bin temenê 18 salî de bû cezayê wî ji 3’an yek daxist û 20 sal ceza danê.
 
Heyeta dadgehê ji bo Husnugul û Veysî Taş jî bi hinceta delîlên şênber tune ne biryara beratê da.
 
Dadgehê biryara xwe ya bi hincet aşkera kir. Di biryarê de ji bo her du gumanbaran hat gotin ku ‘îfadeyên bi îstîqrar yên ku sûc qebûl nekirine’ û ‘delîlên şênber tunene û ji her cureyê gumanbariyê dur in’.  Di biyrara dadgehê de hat diyrkirin ku hatiye fêmkirin çalakiya sûc a musned tune ye û ji bo gumanbar Husnugul Taş û Veysî Taş li gorî xala hejmar 5271 a CMK’ê ya 223/2-e biryara beratê da.