ROJEVA 8'Ê ÇILEYA 2024'AN

  • 09:00 8 Çile 2024
  • Rojev
 
*Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan diyar kir ku çavkaniya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn diyardeya hêza navendî ye, têkiliya hêzên hegemonîk ên pêkanîna sîstemên xwe yên li herêmê û netew-dewletê radixe ber çavan û destnîşan kir ku netew-dewlet li ser esasê dijberiya neteweya demokratîk e. DOSYA
 
*Jinên der barê tecrîda giran ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan axivîn wiha gotin: “Mifteya aştiyê Abdullah Ocalan e û azad bibe wê hemû kes azad bibin. Ew ji azadiya serokatiyê ditirsin.” DÎMEN HEYE
 
*Jinên li Helebê yên tevlî civîna têkildarî komkujiya li Parîsê pêk hatin bû diyar kirin ku ew ê hesabê van komkujîna bipirsin û wiha gotin:"Ji bo ku em xwedî li ked û têkoşîna heval Sakîne, Leyla û Fîdanê derkevin îro em têkoşîna xwe bilindtir dikin. Em heta azadiya tevahî jinan mîsoger nekin em dest ji xebata xwe bernadin û em ê her li hemberî kiryarên dewleta tirk bibin bersiv." DÎMEN HEYE
 
*Li Xana Axpar zarokê 8 salî Muhammed Velî Dumez hatibû qetikirin û di dozê de dadgehê biryara bi hincet da û ji bo her du gumanbaran got ‘îfadeyên bi îstîqrar yên ku sûc qebûl nekirine hene’ û ‘delîlên şênber tune ne û ji her cureyê gumanbariyê dur in’.
 
*Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan diyar kir ku çavkaniya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn diyardeya hêza navendî ye, têkiliya hêzên hegemonîk ên pêkanîna sîstemên xwe yên li herêmê û netew-dewletê radixe ber çavan û destnîşan kir ku netew-dewlet li ser esasê dijberiya neteweya demokratîk e. DÎMEN HEYE
 
*Jinên li Helebê yên li dijî êrişên dewleta tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê nerazîbûnên xwe nîşan dan diyar kirin ku ji bo têkbirina sîstema xweseriya demokratîk êriş tên kirin û gotin:"Dewleta tirk hemî cure kiryaran li ser herêmê û sivîlan bi kar tîne. Bi vê yekê daxwaz dike, em dest ji herêmên xwe berdin. Di heman demê de dewleta tirk dixwaze guhertinên demografîk pêk werin û projeya Osmaniyan û ya Mîsaki Milî bi ser bikeve. Lê em ê jî destkeftiyên ku me bi saya projeya xweseriya demokratîk bi dest xistiye, biparêzin." DÎMEN HEYE