'Heta pirsgirêka kurd çareser nebe welat demoratîk nabe'

  • 16:47 7 Çile 2024
  • Ramyarî
EDENE - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di kongreya partiyê ya li Edeneyê de axivî û got ku heta pirsgirêka kurd çareser nebe dê Tirkiye jî nekare demokratîk bibe. 
 
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Edeneyê li hotêleke bajar 4’emîn Kongreya Asayî li dar xist. Gelek kes tevli kongreyê bûn û pankartên “Ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Na ji şer, tecrîd û pişaftinê re”, “Jin, jiyan, azadî" û “Bi ciwanên rêxistinkirî ber bi pêşeroja azad ve” hatibûn daliqandin. Kongre, bi guhdarîkirina stranan û gerandina govendê dest pê kir. Girseyê gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo" û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.  
 
Malbatên girtiyên ên di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin jî çalakiya xwe li eywana kongreyê domandin. Ciwan bi pankarta “Em hêza xwe ji baweriya Sara, Rojbîn û Ronahiyan a bi azadiyê digirin” ketin eywanê. 
 
Piştî hilbijartina dîwanê, kongre bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Şemsa Bagdu ku hevjînê wê xebatkarê rojnameya Azadiya Welat Kadrî Bagdu di 2014’an de ji hêla DAIŞ’ê ve hate qetilkirin axivî. Şemsayê, bal kişand ser tecrîda li ser Abdullah Ocalan û got: “Heta Rêberê me azad nebe yek ji me azad nabe. Heta girtî azad nebin ên derve jî nikarin azad bibin.” Hevserokê DEM Partiyê yê Edeneyê Mehmet Karakiş jî got ku ew têkoşîna nasname û statûyê dimeşînin. 
 
'Heta pirsgirêka kurd çareser nebe azadî nayê’
 
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî bal kişand ser berxwedana Dayikên Aştiyê. Tulayê li ser neçareserkirina pirsgirêka kurd sekinî û wiha got: “Ji avakirina komarê heta niha pirsgirêkek heye ku nehatiye çareserkirin. Ev pirsgsirêk, astengiya herî mezin a li pêşiya demokratîkbûna Tirkyeyê ye. Heta ku pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane û demokratîk neyê çareserkirin, heta ku daxwazên gelê kurd û hemwelatiyên elewî di destûra bingehîn de neyên mîsogerkirin dê ev welat demokratîk nebe. Têkoşîna me jî ji bo wê ye ku pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk çareser bibe.” 
 
'Divê tecrîd bê bidawîkirin’ 
 
Tulayê, bi domdarî bal kişand ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehan û wiha pê de çû: “Çalakî bi awayeke dorveger didome. Gotin ku dê heta sibatê bidome. Lê ji bo pêşî lê were girtin ku veneguhere rewşeke girantir, divê her kesên ji xwe re dibêjin ‘demokrat’ xwedî lê derkeve. Daxwazeke girtîgehan heye ku dibêjin bila pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk û aştiyene bê çareserkirin û tecrîd bê bidawîkirin. Dema tecrîda li Îmraliyê hatbû rakirin, dengê çekan qut bûbû û behsa aştiyê dihat kirin. Ne ciwanên kurd ne jî yên tirk nedimirin. Ma çi zirara vê gihişt Tirkiyeyê? Berevajî vê, hemû gelan jê sûd girt. Em careke din bang dikin ku tavilê tecrîda li Îmraliyê bê rakirin û hêj rewşa li girtîgehan giran nebûyî bi wan re hevdîtinên çareseriyê dest pê bikin.” 
 
'Em bajaran ji nû ve ava bikin’
 
Tulayê di berdewamê de bal kişand ser pirsgirêkên ciwanên Edeneyê û wiha pê de çû: “Ciwan pêşeroja me ne û divê em rê nedin ku vê pêşerojê tarî bikin. Her wiha yek ji pirsgirêka herî mezin erdhej e. Em bi wêranî û hilweşîneke ku di nava 500-600 sal in çênebûyîn re rû bi rû man. Hêj jî ev birîn nehatine kewandin. Koçberiyeke zêde ji bo Edeneyê çêbû. Me hewl da yek bi yek hemû mexdûrên erdhejê ziyaret bikin. Yek ji bajarê ku herî zêde birînên Hatayê pêçayî jî Edene bû. Em ê bajarên xwe bi hev re jinûve ava bikin.” 
 
'Em îradeya siyasî ne’ 
 
Têkildarî stratejiya hilbijartinên herêmî jî Tulayê wiha got: “Hevalên li vê eywanê stratejiya me ya ji bo bajarên rojava jinêzve dişopînin. Em ê bi rêya lihevkirina bajaran namzetên xwe diyar bikin. Mebesta me ya ji Lihevkirina Bajar ev e; tevahiya hêzên demokrasiyê, rêxistinên ked û pîşeyî, tevgerên jin û ciwanan, tevgerên ekolojiyê, tevgera kedê, rêxistin û komeleyên gelên me ne. 
 
Dê kesên ku bikarin bajar baş birêve bibin, nelirêtiyan nekin, pirsgirêkên av û hewa yên bajar çareser bikin bi rêya Lihevkirina Bajar bên hilbijartin. Di vê mijarê de em ê bi hev re tevbigerin. Heke di vê mijarê de derfeta hevkariyê çêbibe em ê bikin. Lê rêgezeke me ya sereke heye ku divê tevahiya vîna me di rêveberiyên herêmî de bê temsîlkirin. Daxwaza gelê me ev e. Em soz didin gelê Edeneyê ku dê îradeya wan a siyasî ya vî bajarî nîşan bidin.”
 
Piştî xwendina raporên darayî û fealiyetan, bi yek lîsteyê hilbijartin hate kirin. Helîn Kaya û Seyfettîn Aydemîr weke Hevserokên DEM Partiyê yên Edeneyê hatin hilbijartin.