Nobeta Edaletê di roja 35'an de ye

  • 15:18 7 Çile 2024
  • Rojane
AMED – Çalakiya Nobeta Edaletê ya ku bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan" hatî destpêkirin li Amedê di roja 35'an de didome. 
 
Di çarçoveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" ku di 10'ê Cotmehê de bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, di 27'ê Mijdarê de girtiyên siyasî ji bo piştgiriyê bidin kampanyayê dest bi greva birçîbûnê kirin. Xizmên girtiyan jî bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” ji bo piştevaniyê kampanyayê li Amed, Wan, Stenbol, Mêrsîn, Edenê, Mêrdîn û Îzmîr dest bi çalakiya Nobeda Edaletê kirin.  
 
Çalakiya ku li Amedê di 4'ê Kanûna 2023'yan de li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partiyê) a navçeya Rezanê dest pê kir 35 roj in didome. 
 
Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tendirustiyê (SES) tevlî çalakiya nobetê bû. Endamê SES'ê Hasan Kaltik ê mafê axaftinê girt da zanîn ew ê bi hev re têkoşînê mezin bikin. 
 
Piştre xizmên girtiyan û endamên SES'ê bi hev re di çalakiyê de kilam gotin.