Li Colemêrgê hezaz: Dîwarê malekê zerar dît

  • 11:27 7 Çile 2024
  • Rojane
COLEMÊRG – Li Colemêrgê di encama hezaza ku pêk hat de parçeyên ji zinaran qetiyan bi ser malekê de ketin. Di bûyerê de tu kes birîndar nebû û ji ber ewlehiyê mal hat valakirin.
 
Du saetên êvarê de li taxa Keklîkpinar a Colemêrgê, li nêzî mala duqat a malbata Yakin a ji 6 kesan pêk tê, hezaz pêk hat. Di pêkhatina hezazê de perçeyên ji zinaran  qetiyan diwarê baş ê malekê hilweşandin. Di bûyerê zerara can çênebû tenê dîwarê paş ê malê zerar dît.  
 
Piştî agahdarkirina kesên li derdorê, komên AFAD, agirkuj û tenduristiyê sewqî herêmê hatn kirin. Li aliyê din mal ji bo ewlehiyê hat valakirin. Her wiha li malê xebatên tesbîtkirina zirarê hatin kirin.