Em talibên 13 şaredariyên Wanê ne: Em hêza xwe ji jinan digirin

  • 09:02 7 Çile 2024
  • Ramyarî
Zelal Tunç
 
WAN - Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gonul Uzunay xebatên pêvajoya serlêdanên bernamzetiyê nirxand û wiha got: “Bi piştevanî û piştgiriyên li dora bernamzetan pêş dikeve di serî de şaredariya bajarê mezin em talibe 13 şaredariyên li Wanê ne. Em bi îdiane em hêza xwe ji gel, ji jinan û hevalên xwe digirin.” 
 
Di çarçoveya hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de li Wan û navçeyên wê amadekarî dibînin. Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gonul Uzunay der barê xebatan de ji ajansa me re axivî.
 
Gonulê da zanîn ku piştî serlêdanên bernamzetiyê şûnde, xebat bi pêvajoya mulakat û propagandayê didomin û got DEM Partî li navend û navçeyan xebatên xwe bê navber dimeşîne. Gonulê balkişand ser girîngiya hilbijartinan û got hedefa wan eve ku şaredariyên di bin xespa qeyûma de şûnde bigirin.
 
Sedanên delegashyonê didomin
 
Gonulê diyar kir ku xebatên hilbijartinê li Wanê didomin û got: “Piştî serlêdanên bernamzetiyê pêvajoya bi mülakat û pêvajoya propagandayê didome.Ji bo pêvajoya propaganda bernamzetayan serdanên delegasyonan destpêkirin.Hevalên rêveberiyên navend û navçeyan dest bi nûkirina lîseyên hilbijêran kirine.Dîsa hevalên di xebatên hilbijartinê de cih digirin û peywirdarên sindoqan wê bên gel hev.”
 
‘DEM Partî ji demokrasiyê re pêşengiyê dike’
 
Gonulê diyar kir ku desthilatdarî hilbijartina ku Kurd têde cih digirin bi polîtîka zextê dimeşîne û got piştî starta xebatên hilbijartinê, desthilatdariyê dest bi girtin, zext û binçavkirinan kiriye. Gonulê wiha dirêjî daye: “Lê tevî her tiştî em xebata xwe dimeşînin. Em di van şert û mercan de wê bigihêjin encamek baş. Em wek DEM Partî li welat ji demokrasiyê re pêşengiyê dikin.”
 
‘Gotina gel girîng e’
 
Gonulê axaftina xwe wiha domand: “Me di hilbijartinên giştî û serokomariyê de serkeftina dixwest bi dets nexist. Li dijî vê me xwe rexnedayîna xwe da. Me kêmasiyên xwe dîtin. Em tax bi tax kolan bi kolan geriyan. Di encama rexneyan de me pêşniyarên gel girtin. Gotina gel girînge. Ji hemû aliyên gel serlêdan hatin kirin. Ji bo me nêrînên gel gotinên gel girîng e.”
 
‘Di pergala me de jin muxatabin’
 
Gonulê destnîşan kir ku bi taybet di rêveberiyên herêmî û her qada jiyanê de cih girtina jinan girîng e û ev tişt anî ziman: “Ji bo reng, gotin û nasnameya jinê di rêveberiyên herêmî de cih bigire me pergala hevseorkatiyê û fermuarê xist jiyanê. Di pergala me de muxatab jin in. Jinan di serlêdanên bernamzetiyê de danîn holê ku li herêmê muxatabin. Qeyûma destkeftiyên jinan hedef girtin. Di hilbijartinan de ji nûve dîtina îradeya jinê gelek girînge.Ji bo hevşaredariyê tenê 15 jinî serlêdan kirin. serlêdan pir baş bû. AKP bi polîtîkayên dijminê jinê êrîşê îradeya jinê dike. Ji ber vê cih girtina jinan di partiya me de gelek girînge.”
 
‘Em hêza xwe ji jinan digirin’
 
Gonulê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku li Wan û navçeyên wê talîbê hemû şaredariyane û wiha dawî lê anî: “Bi piştevanî û piştgiriyên li dora bernamzetan pêş dikeve di serî de şaredariya bajarê mezin em talibe 13 şaredariyên li Wanê ne. Em bi îdiane em hêza xwe ji gel, ji jinan û hevalên xwe digirin.”