‘Têkoşîna gel wê sira dewletê rake’

  • 21:56 6 Çile 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi deh hezaran kesên li dijî komkujiyên 9’ê Çileya 2013’an û 23’yê Kanûna 2022’yan li Parîsê li hev civiyan, xwestin sira dewletê ya der barê agahiyên lêpirsînê de bê rakirin û daxwaza azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kirin.
 
Bi deh hezaran kes li dijî komkujiyên Parîsê li qada Gare du Nordê kom bûn û herikîn qada Republique. Axaftvanên ku li Qada Republique axivîn, daxwazên xwe yên ji bo rakirina sira dewletê ya der barê komkujiyan de, derxistina PKK'ê ji lîsteya rêxistinên terorê û azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan anîn ziman.
 
Di mîtîngê de destpêkê hevserokên CDK-F’ê Xanê Akdogan û Şahîn Polat axivîn. Xanê Akdogan li ser navê civaka Kurd a Fransayê spasiya ji beşdarên meş û mîtîngê bûn kir, bang li dewleta Fransayê kir ku perdeya tarî ya li ser komkujiyan rake û got, “Wê destên me di qirika dewleta Fransayê de be. Em gelê Rêber Apo ne. Kes nikare vîna me ji holê rake. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. wê yên li pêşberî me şerm bikin.” 
 
Hevserok Şahîn Polat ku axaftina xwe ya bi Fransî kir, bal kişand ser berpirsyariya dewlet û hikûmeta Fransayê ya di van komkujiyan de.
 
‘Bazarên li ser qirkirina Kurdna hene’
 
Berdevka TJK-E’yê Ayten Kaplan di axaftina xwe de spasiya kesên beşdarî meş û mîtîngê bûn kir û diyar kir ku yên fermana komkujiyê dane hatine parastin û wiha axivî: “We qebûl nekir ku Fransa li ser vê dozê di tariyê de bimîne. Em bang li dewleta Fransayê dikin, em dixwazin di vê dozê de edalet pêk were. Ev komkujî nikare di tariyê de bimîne. Kujer diyar in. Yên ku talîmat dane diyar in. Divê Fransahesabê vê bipirse. Lîstikên qirêj, peymanên qirêj, siyaseta qirêj tên meşandin. Bazarên li ser qirkirina Kurdan hene. Ev planên bi girtina Abdullah Ocalan ya Girava Îmraliyê re dewam dikin. Em ê nesekinin. Lêgerîna me ya edaletê dê berdewam bike. Em ê li kolanan bin. Em ê heta dawî xwedî li mîrateya şehîdan derkevin û heta dawiyê em ê edaletê bixwazin. Jin Jiyan Azadî!”
 
‘Li dijî hêzên tarî em bi we re ne’
 
Senatora Partiya Komunîst a Fransayê Hélène Bîdard bi senatoran re derket ser dikê û axaftinek kir û got, “Sê jinên di komkujiyê de hatin qetilkirin nûnertiya sê nifşên cuda dikirin. Komkujî ji aliyê îstîxbarata Tirk ve hatiye kirin. Em dixwazin ev bûyer bê ronîkirin. Ev jin femînîst bûn û ji bo hemû jinan têkodişiyan. Piştî 10 salan 3 Kurdên din li Parîsê hatin qetilkirin. Evîn Goyî li dijî DAIŞ’ê şer kir. Mîna hevalên xwe yên beriya 10 salan şehîd bûbûn li Parîsê hat qetilkirin. Ez li vir Jîna Emînî bi bîr tînim. Tevgera jinên Kurd ji bo têkoşîna femînîst û jinên cîhanê têkoşiya. Li ser navê Partiya Komunîst a Fransayê ez banga rakirina sira dewletê dikim. Em dixwazin Dadgeha Têkoşîna Dijî Terorê bi vê mijarê re mijûl bibe. Dewleta Fransayê sûcdarên komkujiyê diparêze. Divê Fransa helwesta xwe ya ji bo azadiya Kurdistanê zelal bike. Ez li ser navê FKP'ê jî bang li Yekîtiya Ewropayê dikim: biryarên DMME'yê bi cih bînin. Divê Fransa Kurdên li Fransayê biparêze. Li dijî hêzên tarî em bi we re ne.”
 
‘Em ji zindan û çekên kîmyewî mezintir in’
 
Îbrahîm Bîlen li ser navê malbatên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan Leyla Şaylemez, Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil ên dikomujiyên Parîsê de şehîd bûn, axivî û wiha got: “Em li ber hemû şehîdên xwe bejna xwe ditewînin. Ger em îro bi zimanê xwe bi azad diaxivin ev bi saya şehîdên me, Rêber Apo û yên di eniya şer de li ber xwe didine. Em bi saya kesên ku ji bo vê dozê têdikoşin li vir in. Xwedî li şehîdên xwe derkevin, em bi saya Rêberê xwe li vir in. Em ê gav bavêjin. Em hebûn û em ê hebin. Em ji zindanan mezintir in, ji çekên kîmyewî mezintir in. Bijî Serok Apo, Jin Jiyan Azadî.”
 
Hevserokê Koordînasyona Neteweyî ya Piştevaniya Kurdistanê (CNSK) Pascal Torre di axaftina xwe de diyar kir ku heta sira dewletê ya li ser dosyayên dozê neyê rakirin, komkujî nayê ronîkirin û got: “Bizanin ku em ê wek komîteya hevgirtina Fransiziyan a bi Kurdistanê re li gel we bin. Bijî hevgirtina gelan.”
 
‘Gel wê bi têkoşînê van siran rake’
 
Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut  ev tişt anî ziman: “Di şexsê  Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Mîr Perwer, Evîn Goyî de rhemê şehîdên şoreşê bi bîr tînim. Ez weke jineke Kurd minetdara mîrateya wan im. 11 sal berê, pêşenga civaka Kurd Sakîne Cansız, pêşenga ciwanan Leyla Şaylemez û dîplomata gelê Kurd Fîdan Dogan hedef hatin girtin. Jinên Kurd bûn hedef. Em di nava 10 salan de du caran hatin qetilkirin. Em kujeran nas dikin. Gelê Kurd kesên ku di her du komkujiyan de rol lîstin radestî Fransayê kirin. Lê dewleta Fransayê komkujî ronî nekir. Em ê dev ji lêgerîna xwe ya edaletê bernedin. Em ê têkoşîna xwe bi qasî kîna xwe mezin bikin. Dewleta Fransayê çavên xwe girtin. Wî dosya wek sira dewletê veşart. Em ê bi têkoşîna gel van siran ji holê rakin. Heta em Rêber Apo azad bikin em ê li qadan bin."
 
‘Em ê bersiva xurt bidin’
 
Hevserokê KCDK-E’yê Engin Sever got ku bersiva herî bihêz a komkujiyê dê bibe azadkirina  Abdullah Ocalane û wiha axivî: “Di 10 salên dawî de em li Parîsê du caran hatin qetilkirin. Xwestin Têkoşîna Azadiya Kurdistanê asteng bikin. Rêber Apo bersiva herî mezin bi azadiya Rojava da. Em ê di sala 2024’an de bi azadiya Rêber Apo re bersiva herî xurt bidin komkujiya duyemîn. Ev her du komkujî ji aliyê dewleta tirk ve hatin kirin. Destê dewleta Fransa jî tê de heye. Her du dewlet endamên NATO’yê ne; xuya ye ku destê NATO’yê tê de heye. Fransa endamê YE’yê ye, tiliya YE’yê tê de heye. Ji ber vê yekê divê em hemû qadên Ewropayê bikin qada berxwedanê.” 
Mathilde Panot a ji Tevgera Serî Natewînin a Franseyê di axaftina xwe de ev tişt got: “Ez endama koma parlementoya Parîsê me. Parlamenterên partiya me li gel me ne.” 
 
Li ser navê Şaredariya Parîsê senator Remî Féraud axivî û xwest ku sira dewletê ya li ser dozên komkujiyê bê rakirin
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar di mîtîngê de axivî û diyar kir ku dewleta Franseyê der barê komkujiyan de lêpirsîneke bi bandor nekiriye.
 
Suzy Rothmana ku li ser navê Tevgera Jinan ya Netewî ya Fransayê axivî û diyar kir ku ew dixwazin komkujî bê ronîkirin û ji bo heqîqet û edaleyê li cem gelê Kurd in. 
 
Jean Chrîstophe Sellînê ku Koordînatorê Netewî ya Partiya Çepan e jî diyar kir ku ji bo heqîqet û edaletê ew dixwazin sûrra dewletê ya li ser dozan rabe. 
 
Berdevkê Partiya Nû ya Antî Kapîtalîst Olîver Besancenot di axaftina xwe de bal kişand ser wê yekê ku divê zext li dewlet û hikûmeta Fransayê bê kirin. 
 
‘Divê gelê Kurd bê parastin’
 
Piştî peyama Koordînasyona KJK'ê hate xwendin, ji sendîkaya CGT Denîs Gravoûîl hat ser dikê û got: Li ser navê sendîkaya CGT em baş dibînin ku gelê Kurd li Parîsê du caran hate qetilkirin. Ev 6 kes ji ber ku doza Kurd parastibûn hatin qetilkirin. Em dizanin ku berpirsyarê Komkujiya 2’emîn yekî faşîst bû, lê ji bo armancên din hat bikaranîn. Ji bo vê jî divê surra dewletê ya li ser komkujiyan bê rakirin û doz li Dadgeha Terorê bê dîtin. Divê civakên gelê Kurd bên parastin û berpirsiyar bên darizandin. Weke CGT em dixwazin hevgirtina xwe nîşan bidin. Em heqîqet û edaletê dixwazin" 
 
Endamê Meclîsa Ekolojiyê ya Parîsê Jerome Gleîzes jî diyar kir ku bêyî naskirina mafên Kurdan çareserî ne pêkane û got bawere ku wê pêşerojê de edeleta rast pêk bê.
René le Mîgnot di mîtîngê de axivî û ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd bê pêşxistin banga dîyaloga bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re kir. 
 
Li ser navê Yekîtiya Komunîst Libertarîe (UCL) Lîla Ayahalaa jî banga rakirina nepeniya dewletê ya li ser bûyerên komkujiyan kir. 
Mîtîng bi stranên TEV-ÇAND'ê bi dawî bû.