Li Hesekê û Helebê jinên li Parîsê hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn

  • 18:43 6 Çile 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Heleb û navçeya Til Temirê Sakîne Cansîz, Leyla Şaylamez û Fîdan Dogan  hatin bibîranîn û  hat diyarkirin kutêkoşîn û vîna wan a azad hişt ku jin li ser rêça wan bimeşin ku azadiya xwe bi dest bixin.
 
Bi boneya salavegera 11′emîn a Komkujiya Yekemîn a Parîsê de ku di encamê de Sakîne Cansîz, Leyla Şaylamez û Fîdan Dogan hatibûn qetilkirin, rêzeçalakiyên bîranînê tên lidarxistin. 
 
Heleb
 
Nivîsgeha Jin a saziyên civaka sivîl li hola 8′ê Adarê ya taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê semînerek li dar xist.
 
Di civînê de endamên saziyên civaka sivîl beşdar bûn. Endama rêvebera saziyên civaka sivîl Klara Adsa semîner bi rê ve bir. Klara sedemên hedefgirtina şehîd Sakîne Cansîz, Leyla Şaylamez û Fîdan Dogan nirxand û wiha got: "Ya yekemîn ji ber ku jin e û ya duyemîn jî ji ber ku Kurd e û di têkoşîna xwe de xwe dispêre fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan."
 
Klara wiha domand: "Ji ber ku civaka Kurd zulm red kir û biryara teqandina li hember wê daye, rejîmên desthilat li dijî Kurdan disekinin. Şehîd Sakîne ev şoreş û teqîn bi rê ve bir. Wê ji jinan re bi vîna xwe ya azad rêya azadiya xêz kir, ruxmî ku di girtîgehê desthilatên Tirk ew êşkence dikir. Lê bi cesareta xwe bû pêşeng û îsbat kir ku şeref û rûmet ne di bedena jinê de ye, lê di axê de ye."
 
Dûre sînevîzyonek li ser têkoşîna Sakîne û destkeftiyên wê hate pêşkêşkirin.
 
Hesekê
 
Nivîsgeha Jian a Partiya Yekitiya Demokratîk a Hesekê li Til Temirê li salona Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê bi beşdariya bi dehan xelkê navçeyê, endamên saziyên civaka sivîl û nûnerên partiyên siyasî civînek li dar xist.
 
Di civînê de endama nivîsgehê Ahîn Elî axivî û got di şexsê pêşeng Sakîne û hevrêyên wê bi bîr tînin. Ahînê diyar kir ku sala 2023′yan saleke tije êş û komployên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû û wiha dawî li gotina xwe anî: "Ji bo sekna li hember van komployan divê em nirxê bidin fedakariyên şehîdên xwe."
 
Merasîm bi diruşmêna ′Jin, Jiyan, Azadî′ û ′Bê serok jiyan nabe′ bi dawî bû