Li Til Temirê Sakîne Cansiz û hevalên wê hatin bibîranî

  • 14:23 6 Çile 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi armanca bîranîna Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez di salvegera wan a 11’emîn de, Meclisa Jinan a PYD’ê semînerek li Til Temirê li dar xist.
 
Komkujiya yekemîn a ku di 9'ê Çileya 2013'yan de li Parîsê rû da, di encamê de Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez nûner û pêşengên Tevgera Azadiya Jinan hatin qetilkirin. Bi armanca bîranîna wan, Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk a (PYD) li hola Meclisa Malbatên Şehîdan semînerek li dar xist. Di semînerê de endam û rêveberên rêxistinên jinan û sazî û navendên Rêveberiya Xweser her wiha bi dehan jin amade bûn.
 
Piştî deqeyek rêzgirtinê endama Meclisa Jinan a PYD'ê Ahîn Elî axivî.
 
Ahîn Elî di destpêkê de di kesayeta her sê cangoriyan de jinên ku di oxira doza jinan de canê xwe feda kirine bi bîr anî û wiha got: "Ji bo ku em armancên komkujiyên li welatên bi navê demokrasî, azadî û wekheviyê bang dikin ji nêz ve bibînin divê ku em destpêkê bizanibin ka çi peyman û tifaq li Rojhilata Navîn û di serî de li Kurdistanê tên pêkanîn an na. Felsefeya jin jiyan azadî ya ku Sakîne Cansiz û hevalên wê di oxira wê de canê xwe dan, îro li tevahî Rojhilata Navîn û Efrîqayê dibe mîrasek ji hemû jinan re û di serî de serhildana jinên Îran û Rojhilatê Kurdistanê. Parîsa ku bi edalet, wekhevî û azadiyê bang dike heman dirûşmên ku tevgera azadiya jinan jî pê bang dike lê belê li Parîsê tenê wekî gotin dimînin pêşengên tevgera azadiya jinan jî pê bang dikin û di oxira wê de têdikoşin. Qetilkirina her sê jinên pêşeng qetilkirina wekhevî, demokrasî û azadiyê ye."
 
Ahîn Elî sedema ku îro şoreşa jinan tê hedefgirtin wiha anî ziman: "Komkujiya Parîsê komkujiyeke siyasî ye û bi erêkirina hêzên navneteweyî bû. Ji ber ku weke dewletên hegemon dixwestin em tevnegeriyan, şoreşa me îro tê hedefgirtin. Ji ber ku me xeta koletiyê nepejirand îro pêşengên me hedef digrin. Em ne parçeyeke ji demokrasiyê, em demokrasiyeke giştî ji bo hemû ferdên civakê dixwazin. Têkoşîna Sakîne Cansiz, Fîdan Doxan û Leyla Şaylemez îro ji me re dibe mîrasek ku em li ser têkoşîna xwe berdewam bikin û bibin serkeftinê."
 
Semîner bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.