Hevseroka DEM Partiyê ya Samandagi Nîlya Çekîç hat binçavkirin

  • 21:08 5 Çile 2024
  • Rojane
HATAY - Hevseroka DEM Partiyê yê Samandagiyê Nîlya Çekîç û birê wê Sînan Çekîç hatin binçavkirin. 
 
Di çaçroveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Kocaeliyê de li Hatayê di avêtina ser malê de Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Samandaxi ya Hatayê Nîlya Çekîç û birayê wê Sînan Çekîç hatin binçavkirin. Sedema binçavkirinê nehat hînkirin, lê Nîlya û Sînan Çekîç birin Kocaeliyê.