Ji Nobeda Edaletê: Hata Ocalan azad nebe em azad nabin

  • 16:25 5 Çile 2024
  • Rojane
 
EDENE/MÊRSÎN - Li Mêrsîn û Edeneyê Nobedên Edaletê ku hatibûn destpêkirin di roja 33'ayn de îro jî bi serdanan û tevlibûna çalakvanên nû dewam kir. 
 
Çalakiya Nobeda Edaletê ya ku bi pêşengiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Behra Spî (AATUHAY-DER) li Edeneyê di roja 33'yan de dewam dike. Jina xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat Kadrî Bagdu yê di sala 2014'an de ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hat kuştin Şemsa Bagdu jî tevlî çalakiya li avahiya komeleyê bû.
 
Şemsa Bagdu di Çalakiyê de axivî û diyar kir ku tecrîd ne tenê li ser Abdullah Ocalan, li ser tevahiya civakê tê meşandin û got, "Heta ku Rêberê me azad nebe yek ji me azad nabe. Girtiyên di zindanan de û yên li derve nikarin azad bibin. Ez azadiya Ocalan dixwazim"  
 
Çalakî bi dirûşman berdewam kir
 
Mêrsîn
 
Nobeda Edaletê ya ku li Mêrsînê ji aliyê Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxaran ya Çukurovayê (Çukurova TUAY-DER) ve hatiye destpêkirin 33 roj in didome.  Çalakî îro jî  bi tevlibûna gelek dayikên aştiyê dewam kir.