Hejmara Cotmehê ya Newaya Jin derket

  • 09:38 2 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 223'an a rojnameya jinê Newaya Jin bi manşeta "Ruhê azadiyê bû çavkaniya sûdwergirtinê" hate weşandin.
 
Rojnameya Newaya Jin ku li Ewropayê mehane tê weşandin bi manşeta "Ruhê azadiyê bû çavkaniya sûdwergirtinê" hate weşandin. Di hejmara Cotmehê ya rojnameyê de cih ji mijarên salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û cangoriyên Cotmehê re hate dayin.
 
'Rêber Apo dibe çavkaniya sûdwergirtinê'
 
Havîn Guneşer diyar kir ku komploya navneteweyî bi sîstema qirkirinê ya Îmraliyê dewam dike, li hemberî vê yekê jî têkoşîna li dijî komployê bi hemû dînamîkan dewam dike. Havîn Guneşer got, "Piştî 25 salan Rêber Apo ji her demê bêhtir bandorê dike. Ji milyonan mirovî re dibe çavkaniya sûdwergirtinê."
 
Cangoriyên cotmehê
 
Rojnameyê di hejmara Cotmehê de cih da têkoşîna cangoriyên Cotmehê ku mohra xwe li têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd xistin. Ronahî Serhad di gotara xwe ya bi sernavê "Sûlava azadiyê ya hemû deman: Şehîdên Cotmehê" qala rola Gulnaz Karataş (Bêrîtan) kir. Ronahî Serhad destnîşan kir ku divê Bêrîtanbûyîn weke xeta şerê gel bê fêhmkirin û bi cih bê anîn.
 
Bal kişand ser Nagîhan Akarsel
 
Ji nivîskarên rojnameyê Hêja Zerya jî qaal endama Akademiya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel kir ku Akarsel di Cotmeha 2022'yan de li Silêmaniyeyê hate qetilkirin.
 
Şervîn Nûdem jî bi gotina 'Ez hebûm, heme, ez ê hebim' a Rosa Luksembûrg, bal kişand ser êrîşên sîstemê yên li dijî pêşeng û şoreşgerên jin.
 
Bêrîtan Guneş jî salvegera yekemîn a raperîna jinê ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê nirxand. Zîlan Vejîn jî di gotara xwe de ya bi sernavê "Jin diherikin şoreşa azadiyê" diyar kir ku lêgerîna azadiyê ya jinên li Îranê êdî nikare bê rawestandin.
 
Ber bi konfederalîzma jinê ya cîhanê 
 
Haskar Kirmizigul jî di gotara xwe de ya bi sernavê "Jiholêrakirina dudiliya demê" qala şêweyê avabûna îdîaya "Konfederalîzma Jinê ya Demokratîk a Cîhanê" kir.
 
Necîbe Qeredaxî çavdêriyên xwe yên li ser civîna "Tevna Alternatîfan a Navneteweyî" vegot ku bi beşdariya nûnerên ji çand û 20 welatên cuda yên ji Kenya, Kurdistan, Latîn Emerîka, Başûrê Asyayê di meha Tebaxê de pêk hat.
 
Di rûpela ekolojiyê de Sûltan Gulsun ber bi greva avhewayê ya global ve têkiliya berxwedana karkeran a bi têkoşîna ekolojîk danî. Fusûn Erdogan jî qala Tevgera Chîpko kir ku li Hindistanê li dijî polîtîkayê talankirina tê meşandin.
 
Planên xetere yên li Başûr 
 
Bêrîtan Zagros di gotara xwe de ya bi sernavê "Rêya ber bi serketina Kurdan ve" hevdîtinên dewleta tirk ên bi Iraq û Başûrê Kurdistanê û rola PDK'ê ya di plana dagirkeriyê de şîrove kir.
 
Roza Metîna jî encamên konferansa jinê ya Partiya Çep a Kesk û pêngava "Bi jin, jiyan, azadî ber bi azadiyê ve" ya 15'ê Îlonê dest pê kir, nirxand.
 
Gerîlaya YJA Starê Tavîn Têkoşîn a ku 23'yê Çileya 2023'yan li Botanê jiyana xwe ji dest dabû ji aliyê Omedya Welat ve hate vegotin.
 
Di hejmara vê mehê de ya rojnameyê du portreyên jin ên cuda bi Kurdî û Tirkî hatin vegotin. Berjîn Têkoşer qala Atûsa, Ronahî Yildirim jî qala têkoşîna Amîna Wadûd kir.