‘Zanista jinê hêza ku em cihê xwe di dîrokê de fam bikin dide'

  • 09:11 2 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
ENQERE - Endama Kolektîfa Madrîdê ya Rojava Azadî, Consuelo Nunez ku naskirina jîneolojî û Nagîhan Akarsel vegot wiha anî ziman: “Zanista jinê dikare hêza ku em cihê xwe di dîrokê de bibînin bide. Mêrên talimat dan, hez û kapasîteya Nagîhanê ya ku îradeya jinê pêş dixist, dizanibûn.”
 
Endama Navenda Lêkolîn û Jîneolojiyê akademisyen û rojnameger Nagîhan Akarsel, di 4’ê cotmteha 2022’an de li Başurê Kurdsitanê li bajarê Silêmaniyê li ber mala xwe di encama suîkastekê de hat qetilkirin.
 
Di salvegera qetilkirina Nagîhanê de,  Endama Kolektîfa Madrîdê ya Rojava Azadî, Consuelo Nunez hem jîneolojî hem jî suikast nirxand.
 
Naskirina Jîneolojiyê
 
Consuelo çîroka xwe ya naskirina jîneolojiyê wiha vegot: “Min zanista jinê di 2017-2018’an de nas kir. Li bajarê lê dimam civînek der barê jîneolojiyê de bû. Dîroka wê baş nayê bîra min. Jinek ciwan ji Yekitiya Ewropa a Jîneolojiyê li navenda çandê semînerek dida. Ez jî vexwendî bûm û tevli bûm. Wê demê bi saya ciwanên enternasyonal têkiliya min bi tevgera Kurd re ava bibû.  Ez der barê têkoşîna Kurdan û dîroka Kurdan agahdar bûm lê mijara wê civînê ji bo min tiştekî nû bû. Agahiyên hatin parvekirin bandorek meizn li min kirin. Ji ber tiştên hatin vegotin ji agahiyên ku min ji zanîngehê girtibûn pir cuda bûn. Lê mijarek balkêş bû û semînerê ez zêdetir ber bi xwendinê ve birim.”
 
‘Nivîsên wê hem hest hem jî zelalî dihewand’
 
Consuelo axaftina xwe wiha berdewam kir: “Dema min jîneolojî kîfş kir, min derfetê xwendina nivîsên Nagîhanê dît. Min çend nivîsên wê xwestin. Têkiliya min bi wê re kurt bû û evqas jî hestiyar bû. Ez girîngiya xebatên wê yên der barê têkoşîna jinê de piştî şehadeta wê hîn bûm. Nivîsa wê ya ewil min xwend ‘Firtinanin Sezgîsî’ bû.  Nivîsên wê hem hest hem jî zelalî dihewandin.”
 
‘Yên talimat dan kapasîteya Nagîhanê dizanibûn’
 
Consuelo destnîşan kir ku suikasta li dijî Nagîhanê pêk hatiye di şexsê wê de li dijî jin û jîneolojiyê pêk hatiye û wiha dirêjî daye: “Mêrên talîmat dan hêz û kapasîteya Nagîhanê ya pêşxistina îradeya jinê dizanibûn. Gotinên wê ew nerehet kirin. Ew jinek pêşeng bû û al hilda bû. Ew pêşengek taybet bû. Em di wê baweriyê de ne ku em jin di nokteyeke girîng a têkoşîna jinê de ne. Ji ber em ne tenê ji bo mafên xwe em ji bo guherînek global a li cîhanê têdikoşin.”
 
‘Ji bo em cihê xwe yê di dîrokê de fêm bikin jîneolojî dikare hêzê bide me’
 
Consuelo balkişand ser têgeha jîneolojiyê ku yekem car di 2008’an de Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di pirtûka xwe ya ‘ozgurluk sosyolojîsî’ de bi kar aniye û wiha bi lêv kir: “Jin ji sedî 50’ê civakê ava dikin. Em jin pir girêdayê xwezayê ne.Gerduna me ji ber terza jiyana baviksalar dimire. Ji bo xilaskirin axwezayê divê jin têbikoşin. Lê divê ewil em xwe nas bikin. Ji ber dîroka me hat jêbirin. Zanista jinê dikare hêza fêmkirina cihê xwe ya di dîrokê de bide. Belê ez tevli paradigma Birêz ocalan dibim.Têkoşîna jinên Kurd pêşenga femînîzmê ye. Gelek femînîst jî vê qebûl dikin.  Hîna gelek tiştên em bikin hene.”