ROJEVA 02'YÊ COTMEHA 2023'YAN

  • 09:00 2 Cotmeh 2023
  • Rojev
 
* Behîce Kaya ku du sal berê kurê wê di êrişa hewayî ya li Tendurek a Agiriyê de jiyana xwe ji dest da, hîna cenazeyê kurê xwe negirtiye. Behîce diyar kir ku bila dawî li îşkence û zilma li cenazeyan tê kirin bînin. BI DÎMEN
 
* Di çapemeniya azad de rojnamegerên jin ji destpêkê heta îro hem di nûçegîhanî hem di rêxistinbûnê de geşedanên girîng jiyan û bûn pêşengên guherînê yên di çapemeniyê de.
 
*Berdevka NUN Sewsen Şoman komploya navneteweyî û tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nirxand û got: “Apo an jî Birêz Ocalan nav çi dibe bila bibe, em her tim heyranê bîr û baweriya wî ne. Bîr û baweriya ku jin ji koletiyê xilas kirin ji pêşeroja tarî xilas kir, îro di girtîgehê de ye. Ji ber pênûsa azadiyê zaliman nerehet dike.”
 
*Endama Kolektîfa Madrîdê ya Rojava Azadî, Consuelo Nunez ku naskirina jîneolojî û Nagîhan Akarsel vegot wiha anî ziman: “Zanista jinê dikare hêza ku em cihê xwe di dîrokê de bibînin bide. Mêrên talimat dan, hez û kapasîteya Nagîhanê ya ku îradeya jinê pêş dixist, dizanibûn.”
 
*Aktivîsta TJA û Berdevka Meclîsa Jinan a DBP'ê Nurten Ûzûmcû, bal kişand ser kampanyaya ku dest pê kirine û diyar kir ku herî zêde jin ji şer bandor bûne û jin wê dîsa li dijî şer li ber xwe bidin û destnîşan kir ku ew bi vê kampanyayê ew armanc dikin hişmendiya civakî pêş bixin. DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka ÎHD’a Colemêrgê Sîbel Çapraz der barê mirinên biguman û tûndiya li ser jinê ya li Colemêrgê zêde bûye de axivî û da zanîn ku komîsyonek ava kirine, sedemên mirinên biguman lêkolîn dikin, diçin serdana malbatan û wiha vegot: “Ji bo mirinên biguman zêde nebin em ê têbikoşin.”DÎMEN HEYE