Mîhrîcana FîlmAmedê bi panelê bi dawî bû

  • 16:06 1 Cotmeh 2023
  • Çand û Huner
 
AMED - 8'emîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê bi panelê bi dawî bû. Di panelê de derhine Helîn Çelîk axivî û diyar kir ku divê di belgefîlman de mirov tenê li objeya xwe ya kêşanê temaşe neke. 
 
Di roja dawî ya 8’emîn Mîhrîcana Belgefîlman a Fîlmamedê de panela bi navê “Mafê temsîla birûmet, di belgefîlman de neafirandina tundî û travmayan” hat lidarxistin. Panel, li Eywana Şanoya Bajêr a Amedê bi moderatoriya nivîskara sînemayê Ovgu Gokçe hat lidarxistin. Di panelê de derhêner Helîn Çelîk, Sîbel Tekîn û Bîngol Elmas weke axêver cih girtin. Panel ji rûniştinekê pêk hat û axêveran li ser mijarê û belgefîlmên xwe nirxandin kirin. 
 
Destpêkê moderator Ovgu Gokçe axivî û destnîşan kir ku gava behsa temsîlkirinê tê kirin, divê ne tenê temsîliyeta mirovan le divê temsîliyeta xweza, tiştên derveyî mirovan û derhêneran jî bibe mijara nîqaşan. 
 
Piştre derhênera kurd Helîn Çelîk axivî û da zanîn ku ew di sala 2015’an de weke terapîsta hunerê xebitî ye û gelemperî kesên ku pê re xebitîne, jinên ku travmayên wan hebûne. Hêlînê, anî ziman ku Rojhilata Navîn hem ji aliyê sînemayê hem jî ji aliyê polîtîk ve cihê tundiyê ye û wiha got: “Ez gelek li ser fikirîm bê ka gelo dê xwe li vir çawa bi cih bikim. Divê di belgefîlman de mirov tenê objeya xwe ya kêşanê temaşe neke. Hewceye mirov derfetê bide wan da ku ew jî te temaşe bikin. Çarçove tenê ya me nîne, ya wan e jî. Min tu caran mafê wan binpê nekiriye û ez her tim dixwazim heke tundiyek hebe jî wê tundiyê bikişînim ser zemîneke din.”
 
Derhêner Sîbel Tekîn jî derheqê çêkirina pêvajoya belgefîlma xwe ya bi navê “Hoste, Mirin Dikeve Kîjan Alî (Ölüm Ne Yana Düşer Usta)” kir.
 
'Belgefîlm pêdiviyek û bîra civakê ye'
 
Herî dawî derhêner Bîngol Elmas axivî û diyar kir ku cara ewil pirsên weke “Çima belgefîlm tên kişandin?” û “Çima xwê li ser van birînan ava dike?” kiriye. Elmas, anî ziman ku piştre fêm kiriye ku belgefîlm pêdiviyek û bîra civakê ye.
 
Herî dawî temaşevanan pirsên xwe ji panelîstan kirin û panel bi dawî bû.