Li Hewadankan kamerayên ku deng qeyd dikin bi cih dikin

  • 14:25 1 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Hat diyarkirin ku li Girtîgeha Girtî ya bi Ewlehiya Bilind a Hejmar 1 a Kandirayê dê kamerayên ku di hewadankê de ne bên nûkirin û kamerayên ku hem den û hem jî wêneyan bigirin dê bên bicihkirin.
 
Li girtîgehan zextên li ser girtiyan roj bi roj zêde dibin, hat diyarkirin ku li Girtîgeha Girtî ya bi Ewlehiya Bilind a Hejmar 1 a Kandirayê ji bo ku deng jî bigirin kamerayên nû hatine bicihkirin. Li gorî axaftina girtiyan a bi têlefonê bi malbatên xwe re, di hewadankê de li gel kameraya berê ku dîmen dikişîne kameraya ku deng jî qeyd dike dê were bicihkirin. 
 
 Amadekariya kameraya duyemîn
 
Girtiyan diyar kirin ku hemû kamerayên li girtîgehê hatine guhertin û ji bo ku kamerayên duyemîn li hewadankan bi cih bikin beriya hefteyekê xebat dane destpêkirin. Girtiyan fikarên xwe parve kirin û diyar kirin ku bi kamerayên nû dê hem deng û hem jî dîmen bikişînin.