Li Amedê civîna gel

  • 13:54 1 Cotmeh 2023
  • Ramyarî
 
AMED - Di civîna gel a li Amedê beriya Kongreya Mezin a Partiya Çep a Kesk ku dê di 15’ê Cotmehê de pêk bê hat kirin de peyama “Eger em nikaribin tecrîdê bi dawî bikin, em ê nikaribin zextên li ser civak û siyaseta demokratîk jî bi dawî bikin” hat dayîn.
 
Beriya Kongreya Mezin aPartiya Çep a Kesk ku dê 15’ê Cotmehê de bê lidarxistin li Amedê  partiyê civîna gel li dar xist. Gelek welatî beşdarî civîna li Demîr Otelê pêk hat bûn. Beriya axaftina vekirinê ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin. Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Amedê Zeyyat Ceylan axivî. 
 
'Me bi gelek kesan re hevdîtin kir'
 
Zeyt, diyar kir ku ji bo pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk were çareserkirin hewcehî bi bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê û vekirina deriyên girtîgehê heye û axaftina xwe wiha dewam kir: “Piştî civînê me di nava 4 mehan de bi sedan civîn li dar xistin. Me konferans li dar xistin, pêvajo nirxand, kêmasiyên xwe dîtin. Me li rexneyên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl guhdarî kirin. Me bi dehhezaran kesan re hevdîtin kir.” 
 
Zeyad, axaftina xwe wiha qedand: “Heke em tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan mehkûm nekin, heke em wê zincîra tecrîdê neqetînin, heke em dengê birêz Ocalan negihînin civakê, heke deriyê Îmraliyê neyê şikandin dê azadî neyê. Heke ev nebin em ê nekarin pêşî li ber vî şerê qirêjî bigirin. Bi rakirina tecrîda li ser birêz Ocalan dikare rê li ber aştiyeke birûmet were vekirin. Em ê wê demê bikarin rêya demokrasiyê û pêşiya muzakere û çareseriyê vekin.” 
 
Piştî axaftinê, civînê ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.