'Em ê di 15'ê Cotmehê de kongreya xwe pêk bînin'

  • 13:01 30 Îlon 2023
  • Ramyarî
 
 
ENQERE - Endama Komîsyona Amadekariya Kongreyê Ebru Gunay têkildarî kongreya Partiya Çep a Kesk a wê bi dirûşma "Ji bo azadiyê ji nû ve" di 15'ê Cotmehê de bê lidarxistin daxuyanî da. Ebruyê di daxuyaniyê de anî ziman ji bo guhertin û pêşketina civakî  ew ê vê kongreyê li dar bixin û gel vexwend kongreya 15'ê Cotmehê. 
 
Endama Komîsyona Amadekariya Kongreyê Ebru Gunay têkildarî kongreya Partiya Çep a Kesk a wê bi dirûşma "Ji bo azadiyê ji nû ve" di 15'ê Cotmehê de li Eywana Werzîşê ya Girtî ya Ataturkê bê lidarxistin daxuyanî da. Daxuyanî ya ji bo 4'emîn kongreya mezin li Avahiya Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hat dayin. 
 
Ebruyê da zanîn ev kongre yek ji kongreya krîtîk a dîroka siyasî ya wan e û got partiya wan berpirsiyariya guhertina dîrokî hilgirtiye ser xwe. Ebruyê bi lêv kir ku wan ji xwe dest pê kirine û biryara guhertineke radîkal dane û got wê bi îradeya deh hezaran kongreya xwe li dar bixin. 
 
Ebruyê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got:
 
"Endamên birêz ên çapemeniyê; 
 
Wekî hûn jî dizanin piştî hilbijartinê ev 4 meh in em li qadan xebatan dimeşînin. Di nav xebatên dûdirêj de bêsekin em xebitîn û em gihaştin vê rojê. Di vê pêvajoyê de bi 30 hezar kesan re em hatin ba hev. 10 komxebat pêk hatin û herî dawiyê jî Konferansên me yên Jinan û ya giştî jî pêk hat. Di van Konferansan de nîqaş hatin nirxandin û biryar hatin girtin. Helbet em xebatên Kongeya xwe bi girîngiyeke dîrokî dimeşînin. Ji ber ku gelên Rojhilata Navîn û gelên cîhanê bi temamî ji bo veguherînê li qadan in em ê jî xwestekên gelan bibersivînin. Em dixwazin vê pêvajoyê bi gelê xwe re temam bikin. Kongreya me dê 15’ê Cotmehê saet di 10’an de li Eywana Sporê ya Ataturk de pêk were. Kongre dê girseya me, coş û kelecan û biryardariya me nîşan bide. Her kes dê bibîne ku fikriyata Partiya Çepên Kesk li qadan e, li ber xwe dide. Şîara me jî Ji bo Azadiyê Em Digihîjin Hev, Ji bo Azadiyê Destpêkeke Nû ye. 
 
Di vê kongreyê de guhertina tuzuk û rêvebiran jî dê çêbe. Yanî veguhertin dê bi her awayî xwe nîşan bide. Herwiha em ê navê partiyê jî bi biryara gelên xwe biguherînin. 
Ez ji vir cardin bangewaziyê dikim; jinên ku dibêjin Jin Jiyan Azadî, ji bo azadiyê em wan dawetî Kongreya xwe ya Mezin dikin. Ciwanên ku ji bo pêşerojê têkoşînê dikin, em wan jî dawetî Komgreya xwe dikin. Ji ber ku Partiya Çepên Kesk bi têkoşîna jinan û bi hêza ciwanan li ser piyan e. Em dîsa temamê gelê xwe dawetî Kongreya xwe dikin. "