ROJEVA 30'YÊ ÎLONA 2023'YAN

  • 09:00 30 Îlon 2023
  • Rojev
 
*Endama Meclîsa Edaletê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Atiye Yûsif beşa hiqûqê ya di Rêveberiya Xweser de nirxand. Atiyeyê da zanîn di Rêveberiya Xweser de hiqûq li gor parastina mafê mirovan tê birêvebirin û got:"Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hiqûq li ser esasên parastina jinan, wekhevî û azadiya gelan hat avakirin. Heta ji destên me bê em ê ji bo hiqûqeke azad û demokratîk xebatên xwe bidomînin." DÎMEN HEYE
 
*Di vê dema ku Komploya 9’ê Cotmehê nêzîk dibe û tecrîd her ku diçe giran dibe de jina têkoşîna xwe ya di vî warî de ku heta niha dane nirxandin û diyar kirin ku li dijî tecrîdê bi felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ têdikoşin. DÎMEN HEYE
 
* Mehek ji payîzê derbas bibe jî taxên Çiyayê Erek û kontarên wê bi reng û zindîbûna xwe nîşan dide ku hîna ‘Payîz nehatiye wan deran’.
 
*Gayene Gevorgyan yek ji ermeniyên ku sed sal berê ji axa xwe surgun bû û ji nûve li ser axa xwe bi cih bûye. Gayena hestiyên ji goristanan bi maşîneyên kar tên derxistin kom dike û her wiha ji cih û warê ku xizmên wê jiyane, axê digire û dibe ser gora dê û dapîra xwe dirijîne. BI DÎMEN
 
*Pedên hîjyenîk yên divê bê pere ji bo jinan bê dayîn, bi bihayên zêde tê firotin. Jinan bertek nîşanê vê dan û diyar kirin ku  ji ber bihayê pedan pir zêde ne nikarin bigirin. BI DÎMEN 
 
*Rojhilat Aksoy û Dilan Toftik, ên têkildarî Mîhrîcana FilmAmedê ya 8'emîn a ji aliyê Komelaya Akademiya Sînemaya Rojhilata Navîn hat lidarxistin, axivîn, wiha gotin:"Me mijarên bêedaletiya civakî, pêvajoyên siyasî, binpêkirina mafan girtin dest." BI DÎMEN