Xebatkara Yenî Yaşamê Azîme Bozkurt hat berdan

  • 20:19 29 Îlon 2023
  • Rojane
DERSIM - Xebatkara Rojnameya Yenî Yaşamê Azîme Bozkûrt a li Dersimê hat binçavkirin hat berdan.
 
Li Dersimê xebatkara Rojnameya Yenî Yaşamê Azîme Bozkurt, gava li Taxa Mogoltayê rojanme belav dikirin polîsan ew binçav kiribûn û dest dnaîbûn ser rojnameyan. Li midûriyeta polîsan li Bozkûrtê hat ferzkirin li ser rojnameyê îfadeyê bide. Bozkûrt ku li midûriyeta polîsan îfadeyê red kir, piştî kontrolkirina li nexweşxaneyê hat berdan. Parlementera Partiya Çep a Kesk a Dersimê, Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Dersimê Gonul Sonbahar û hevpîşeyên Azîmeyê ew pêşwazî kirin.
 
Hat hînkirin ku dê  Azîme roja duşemê li dozgeriyê îfadeyê bide.