Li gundê Bana yê lêkolîn hat kirin

  • 18:27 29 Îlon 2023
  • Rojane
ŞIRNEX- Heyeteke ji rêxistinên civaka sivîl pêk dihat serdana gundê Bana ku zêdeyî 2 meh in di bin dorpêça leşkeran de ye, kirin.
 
Gundê Bana yê bi ser navçeya Basa ya Şirnexê ve zêdeyî 2 meh in di bin dorpêça leşkeran de ye. Gundê ku ketin û derketina wê qedexe ye, di bin zext û gefa leşkeriyê de ye û ji ber vê şêniyên gund 15 roj in nikarin biçin nav bax û baxçeyên xwe û av bidin. Heyeta ku ji Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), OHD û Baroya Şirnexê pêkhatî li gund hin lêkolîn kirin.
 
Heyet li nava gund geriya û piştre bi şeniyên gund re civiya. Heyetê pirsgirêkên  welatiyan, guhdar kirin. Şêniyên gund diyar kirin ku ew nikarin biçin baxçeyên xwe û ev agahî parve kirin: "Ev 16 roj in em nikarin biçin baxçeyên xwe. Baxçeyên me ji bêavî zer bûn. Fêkî u zebzeyê me hemû ji dest çûn. Em biçin baxçeyê dê me bikujin.”
 
Piştî hevdîtinê heyet ji gund derket. Di demên pêş de dê şande rapora xwe bi raya giştî re parve bike.