Serhildana 'Jin Jiyan Azadî' di pêşangehê de cih girt

  • 15:02 29 Îlon 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN – Pêşangeha li Munchenê ku sînevîzyona performansa Jîna Emînî û serhildana “Jin Jiyan Azadî” tê de cih girt, eleqeyeke mezin dît.
 
Li bajarê Munchen ê Elmanyayê bi beşdariya aktîvîstên siyasî û sivîl û sefîrê Partiya Keskan pêşangehek bi navê “Jiyana Azad a Jinê” hate vekirin. Di pêşangehê de wêneyên Jîna Emînî jî hebûn ku salek di ser kuştina wê ya ji aliyê hikûmeta Îranê ve re derbas bûye. Di pêşangehê de sînevîzyona performansê ya li ser serhildana "Jin Jiyan Azadî" ya ku bi kuştina Jîna re mezin bû jî heye.
 
Pêşangeha ku ji aliyê rêxistina "Jina Azadî" ve li Munchenê hat lidarxistin eleqeyek mezin dît.