Xebatkara Yenî Yaşamê li Dêrsimê hate binçavkirin

  • 12:36 29 Îlon 2023
  • Rojane
 
 
DÊRSIM - Xebatkara rojnameya Yenî Yaşamê Azîme Bozkurt li Dêrsimê hate binçavkirin. 
 
Xebatkara rojnameya Yenî Yaşamê Azîme Bozkurt dema li Taxa Mogoltay a Dêrsimê rojname belav dikir, ji hêla polîsan ve hate binçavkirin. Têkildarî rojnameyê tu biryarên komkirinê nînin lê dîsa jî polîsan dest danîn ser rojnameyên Azîme. 
 
Polîsan têkildarî binçavkirinê tu sedem nîşan nedan. Hat zanîn ku di dema binçavkirina Azîme de Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Dêrsimê Ayten Kordu û endamên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bertek nîşanî helwesta polîsan dan û hewl dan ku polîs Azîme binçav nekin. Ayten, got: “Derheqê rojnameyê de biryara komkirinê nîne. Ji bo şexsê jî tu biryareke binçavkirinê nîne. Hûn bi kîjan sedemê binçav dikin?” Ayten,  got ku binçavkirineke keyfî ye. 
 
Tevî hemû nerazîbûnan jî Azîme, ji hêla polîsan ve hate binçavkirin û bi darê zorê li wesayîtê hate siwarkirin. Azîme, birin Midûriyeta Emniyetê ya Dêrsimê.