‘Ger îdianame li dijî CMK’ê be çima em girtî ne?’

  • 09:05 29 Îlon 2023
  • Rojane
 
ENQERE - Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglu ku 5 mehe girtiye, der barê îdianameya der barê wan de hatiye amadekirin got, "Ger îdianame li dijî CMK’ê be çima em girtîne?"
 
Di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Enqere bû, di 29’ê Nîsanê de Hevseroka Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firat (DFG) Dîcle Muftuoglu û edîtorê Ajansa Mezopotamya (MA) Sedat Yilmaz jî hebû gelek kes hatin binçavkirin. Di 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de Dîcle û Sedat hatin girtin.
 
Dîcle Muftu Oglu ku 5 mehe li Girtîgeha Jinan a Sîncanê girtiye, der barê doza li wan hatiye vekirin de wiha got: “Bêguman bersiva hiqûqûqî ya pirsa min ya sernavê tûne. Di 29’ê Nîsanê de em hatin binçavkirin û 3’yê gulanê de hatin girtin. Tu aliyê hiqûqî yê girtina me tûneye. Îdinameya ku Dozgeriya Komrê ya Enqereyê pêşkêşî 28’emîn Dadgeha Ceza Giran a Enqereyê kiriye, dij CMK’ê hat dîtin û hat redkirin. Di îdianameyê de tê gotin ku kesên der barê wan de îdianame hatiye amadekirin bi hiqûqî û fîîlî têkiliya wan bi hev tûneye.  Îdianame cuda cuda hatine amadekirin û hatiye xwestin bişînin Antalyayê  ‘cihê sûc’.
 
Ne pêkane mirov tevli hinek nokteyên biryarê bibin. Ez û hevalên xwe Sedat Yilmaz li Amedê hatin binçavkirin û bi kesên ku me nas nedikirin re me qet nedîtibû em hatin binçavirin. Emniyeta Enqereyê ku demek kurt mabû ji hilbijartinan re sansasyonek mezin afirand û nûçe wek ‘çavkaniya finansa rêxistinê hat girtin’ serwîs kir. Çapemeniya ku piranî berdevkên desthilatdariyê ne bêyî li mijarê bineri nûçe serwîs kirin. Ji bo vê çapemeniyê ji zûde nimêja cenazeya rêgezên  nûçeyan hatibû kirin. Piştî çar roj biçavkirinê şûnde em anîn Kampusa Girtîgeha Sîncanê. Girtiyên mêr ku Sedat Yilmaz jî nav de birin girtîgeha Tîpa F ya hejmar 2. Ez jî şandim girtîgeha jinan a Sîncanê.
 
Belê di 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de biryara girtina du rojnamegeran hat girtin.
 
Ev 5 mehe em girtine. Ez dizanim ku tu dîwar nikarin me ji pîşeya me bikin û vê carek din dubare dikim. Lê em dîsa vegerin ser mijara sernav. Ji ber em rojnamegerên kurd in em hatin girtin. Ji ber em bûn pênûsa Apê Mûsa, em bûn serhildana Cengîz Altûn, em bûn înyada Gurbetellî Ersoz, em girtîne. Ji ber me kujerên Şahîn Oner, Kemal Kurkut deşifre kir, ji ber me destdirêjiya li N.Ç y a13 salî hatiye kirin derxist holê, ji ber me çîrokên serkeftina li dijî DAIŞ’ê hatiye dayîn bi cîhanê da bihistin, ji ber me qirkirina ekolojiyê ya ji Cudî heta Akbelenê da bihistin, ji ber em endamên kevneşopiya çapemeniya Azadin em hatin girtin. 
 
Em jî rayagiştî ya demokratîk jî dizane çima em girtîne. Bêguman girtina me tenê lingekî azadiya fikr, raman û çapemeniyê ye. Şert û mercên xebata rojnamegeran her diçe zehmet dibe. Mafê şopandina nûçeyan a hevpîşeyên me ji dest tê girtin. Nûçe tên astgengkirin. Ekran tên reşkirin. Rojnamegerên sendîkayî ji kar tên avêtin. Li dijî vê hewcedarî bi têkoşînek xurt û yekitiyê heye. Bi vê wesîleyê banga têkoşînê li hemû rojnameger, rêxistinên pîşeyî, rêxistinên maf û hiqûqê dikim.”