ROJEVA 29'Ê ÎLONA 2023'YAN

  • 09:00 29 Îlon 2023
  • Rojev
 
*Hilweşandina sînorê di navbera jin û mêr de wê bi venasîna hebûna jinê pêk bê. Jin xwe pêş bixîne wê hebûna xwe watedar bike. Her ku jin xwe nas bike wê xweza, gerdûn û mirovahiyê venasîne. Lê jin hebûneke giştî ya çavkaniya xwe ji xwezayê digire ye. JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ
 
*Ciwanan bal kişandin ser zêdebûna çûna welatên Ewropayê piştî hilbijartinan a ji ber polîtîkayên desthilatdariya AKP-MHP'ê û bal kişandin ser xirabûna şert û mercên jiyanê, tunebûna derfetên perwerde û xebatê û zêdebûna tundiya li jinan. DÎMEN HEYE
 
* Nûran Yilmaz, li hemberî gotina civak û malbatê "Nikare bike" serî rakir û dikana cil û bergên kurdewarî vekir. Nûran, bang li jinan kir ku li dijî şîdet û zextan bêdeng nebin û çend zehmet be jî ji xwe re jiyaneke nû biafirînin. BI DÎMEN 
 
* Jinên li Helebê yên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bertekên xwe anîn ziman wiha gotin:"Heta ku em azadiya Rêber Abdullah Ocalan misoger dikin em ê li berxwe bidin. Em ê têkoşîna xwe belav bikin û ger em nebin jî wê neviyên me vê tekoşîna ji bo azadiya Rêbertî dewam bikin. Jiyan bê Serok ji bo me heram e. Em ê ji bo azadiya Serok her tim rêya têkoşîn û berxwedanê hilbijêrin."
BI DÎMEN 
 
*Salîha Marti diyar kir ku li hember girtiyên siyasî nefret tê hewandin û daxwaz kir ku kurê wê yê li girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê dimîne û hemû girtiyên nexweş bên berdan. DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglu ku 5 mehe girtiye, der barê îdianameya der barê wan de hatiye amadekirin got "Ger îdianame li dijî CMK’ê be çima em girtîne?" 
 
*FED’ê ji bo kongreya wê sibê bi dirûşma ‘Bi rihê raperînê em ê tecrîdê hilweşînin’ li Amedê pêk bê bang kir. DÎMEN HEYE