Li Piştevaniya Mor li Edeneyê komîsyonên nû vedike

  • 20:44 28 Îlon 2023
  • Rojane
EDENE- Piştevaniya Mor, got ‘Ji bo em vê tarîtiya ku hewl didin me hepsê wê bikin, bi têkoşîna rêxistinkirî bişkînin, virin’ û banga rêxistinbûnê kirin.
 
Piştevaniya Mor a Edeneyê der barê binpêkirina ked, tacîz û tundiya li ser jinê daxuyaniyek li Parka Înonu ya navçeya Seydan a Edenê da. Endama Piştevaniya Mor Derya Çîçek Nar li ser navê jinan daxuyanî da û got li dijî polîtîkayên dijminê jinê yên AKP-MHP- Huda Par dibêjin ‘hun ne tenê ne Piştevaniya Mor heye’.
 
Deryayê li dijî hemû pirsgirêkan banga rêxistinbûnê li jinên Edenê kir û got ew li her taxên Edenê xebatên rêxistinî dimeşînin û li aliyê din jî wê komîsyonên Hiqûqî, psîko-civakî, çand û huner, tenduristiyê xurt bikin û her wiha wê komisyona kedê jî ava bikin.