Li Qamişlo panela 'Qeyrana Sûriyê û girîngiya diyaloga nişîmanî'

  • 16:03 28 Îlon 2023
  • Rojane
 
QAMIŞLO - MSD'ê bi navê “Qeyrana Sûriyê û girîngiya diyaloga nişîmanî” li Qamişlo paneleke diyalogê li dar xist.
 
Ofîsa Têkiliyên Herêma Cizîrê ya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) bi navê “Qeyrana Sûriyê û girîngiya diyaloga nişîmanî” de li bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê paneleke diyalogê li dar xist. Panel bi beşdarbûna Partiyên MSD, gel, Êlên eşîran, Opazisyon, Cebheya Niştîmanî, Partiya Komunîst a yekbûyî, partiyên bê alî û rêxistina sivîl ên civakî û feminist hat lidarxistin.
 
Ev panel li ser du xalan pêk hat û xala yekem; Krîza Sûryê, kêşe û perespektîfên çareseriya Sûriyeyê, xala duyem; Diyaloga netewî mafên hemûyan garantî dike. 
 
Seroka Partiya Şepêla Pêşeroja Kurdistan Narîn Metînî  têkildarî vê panêlê axivî û got: “Me ev panêl li dar xistiye bi serpereştiya MSD`ê ji bo ku em li gelê xwe guhdar bikin li kesayetên siyasî û civaka sivîl da ku em li nerînê wan guhdar bikin û bi hev re bighêjin nerînekê ku  çawa em karibin xizmeta gelê xwe bikin. Her wiha dan û standinê bi gelê xwe û hemû pêkhatyan re bikin û bi her kesî re hêzên herêmî yên siyasî navdewletî da ku danpêdanê me bikin û çareseriya Gelê Kurd û gelê Sûrî bi giştî. Weke tê zanîn çêtirîn proje li Sûriyê ew projeya MSD’ê ye ev proja çareseriyê ye da ku em bi hev re kar bikin û xizmeta welatê xwe bikin.”