Li Dîlokê mêrê ku jinek qetil kir 4 kes jî birîndar kirin

  • 15:01 28 Îlon 2023
  • Rojane
 
 
DÎLOK - Li navçeya Şahînbeya Dîlokê Alî Yavûz jina bi navê Medîne Yavûz ku pê re li ber hevberdanê bû qetil kir û sê zarokên xwe û cîranek xwe jî birîndar kirin. 
 
Li navçeya navendî Şahînbey a Dîlokê Alî Yavûz jina bi navê Medîne Yavûz a pê re li br hevberdanê bû qetil kir. Kujer Alî Yavuz 3 zarokên xwe û cîrana xwe Zeynep jî birîndar kir.  Alî Yavûz piştî bûyerê li hewşa malê jî xwe kuşt. Tîmên tenduristiyê hatin cihê bûyerê û birîndar rakirin nexweşxaneyan. Ji birîndaran rewşa du kesan giran e. Cenaze jî rakirin morga Saziya Tiba Edlî.